Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar “Mistefa Hicrî” bi hilkefta roja cihaniya kedkar peyamek belav kir

10:47 - 1 Gulan 2024

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta roja cîhaniya Kedkar, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Li Îrana qeyranawiya li jêr desthilata Komara Îslamî, li demekê de yada roja cîhaniya kedkar bi bîr tînin ku dibînin rewşa jiyana kedkaran û rewşa bijîva vê qata civakê heta dem derbas dibe, her xirabtir dibe.

Li encama siyaseta çewt a rêjîmê, rewşa jiyana xelkê bi awayeke giştî û bi taybet qedera milyonan kedkar û malbatan, tevlihev digel nebûna maf, bêkarî, enflasiyon û hejmarek pirsgirêk û astengiyên binyatî yên din bûne, bi awayek ku ji jiyaneke bi rûmet a mirovî û jiyaneke serdemiyane bêpar in.

Tevî pîrozkirina vê hilkeftê li kedekarên Kurdistan û Îranê, hivî dikin ku tevahiya qatên civakê bi yekîtiyê, xebata li dijî rêjîma çewsîner a Komara Îslamî çirtir bikin û bigihîjin bi daxwazî û mafên jêstandiyên xwe.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

11ê Banemera 1403 a Rojî