Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi sedema teqeya hêzên çekdare rêjîmê hate kuştin

12:10 - 7 Gulan 2024

Bi sedema teqeya rasterast a hêzên dijî mirove rêjîmê li sinûre bajarê banê kolberekê canê xwe ji dest da.

Gorî nûçeyê geheştî, êvariya roja 16ê Banemera 1403 a rojî, Hêzên çekdare rêjîmê li sinûrê Hengejale ya Banê, teqeya rasterast li kolberan kirine ku di encamê de kolberek bi navê Eta Rostempûr xelkê bajarê Seqizê hate kuştin.

Hêzên çekdare rêjîmê bi bê agehdarkirina berê, ev kolber bi armanca kuştinê dane ber gulleyan.

Termê Eta Rostempûr bo nexoşxaneya Selahedîn Eyûbî li bajarê Banê hatibû veguhestin û heya dema amadekirina wî nûçeyî, term radestî malbata wî nekirine.

Eta Rostempûr temen 40 salî û babê 3 Zarokan bû.