Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma îranê li heyva Aprîl a 2024ê de 134 kes binçav kirine

12:13 - 7 Gulan 2024

Li heyva derbasbûyîû a Zayînî de rêjîma Îranê zêdetir ji 134 kes li Îranê de binçav kirine ku heta niha nasnameya 134 kes ji wan binçavkiriyan bo Rêkxirava Mafê Mirovî ya Hengawê, hatiye eşkerekirin.

Pêka amara Rêkxirava afê Mirovî ya “Hengaw”ê, li heyva derbasbûyî a Zayînî anku Aprîla 2024ê, nasnameya 134 kesî bo vê rêkxiravê hatiye eşkerekirin ku li seranserê Îranê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û zêdetirîn rêjeya wan binçavkirinan jî welatiyên kurd bûne ku rêjeya wan 63 kes in.

Pêka vê raporê ku li roja Şemî 15ê Banemerê hatiye belavkirinê, herî kêm 63 welatiyên Kurd, 28 kes ji xelkê Belûç, û herwisa 15 jin û zarokenk û 20 mamosta û xwendekarên zanîngehan li heyva Aprîlê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îslamiya Îranê ve hatine binçavkirin an hatine revandin.

Pêka vê raporê, zêdetirîn rêjeya binçavkirinê li parêzgeha Urmiyê, 39 halet, Sîstan û Belûçistan 28 halet, Sine 15 halet û Têhran 14 haletên binçavkirina welatiyan hatine tomarkirin.

Herwisa binçavkirina bawirmendên kêmîneyên olî li heyva Aprîlê de bi berhevdanîn digel heyva pêştir anku Heyva Marsê, zêdetir bûye û li vê hevê de 6 çalakvanên Sunnî yên Belûç û 2 jî Kurd bûne.

Herwisa li vê heyvê de herî kên nûgihanekî temen jêr 18 salî yê bi navê “Hîwa Şerîfî” yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêkjîmê ve hatiye binçavkirin.

Li Heyva Aprîl de zêdetir ji 7 rojnamevan û çalakkvanên midyayî, li bajarên cuda yên îranê de hatine bidarvekirin.