Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li Îranê digel berpirsên rêjîma Îranê civiya

12:26 - 7 Gulan 2024

“ Rafaêl Girûssî” li serdana xwe de bo Îranê digel çendîn berpirsên rêjîma Îranê  yên wek Wezîrê Derve yê rêjîmê kombûn lidar xist û daxwaza rohnbûna bernameya navkiya Îranê kir.

Roja Dûşemî 17ê Banemera 1403 a Rojî, “Rafaêl Girûssî” digel çendîn berpirsên Îranê yên wek Wezêrê Derve yê rêjîmê “Husên Emîrendullahiyan” hevdîtin kir û li wan hevdîtinan de daxwaza rohbûna zêdetir a bernameya navkî ya rêjîmê ji berpirsên rêjîma Îranê kiriye.

Heta niha rêjîma Îranê bi rêyên cuda û bi binpêkirina biryarên navnetewî û herwisa guhnedan bi Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, bernameya xwe ya navkî bi lezgînî û bi nihênî bi rê ve biriye û pêka gotina “Rafaêl Girûssî”, rêjîma Îranê bo berhemanîna 3 bombên navkî, Uraniyama meyandî ya bi tîratiya zêdetir ji %60 heye.

Heta niha jî rêjîma Îranê ti bersiveke serast bi peydabûna Urniyoma Meyandî ya bi tîratiya %83.7 li binkeya navkiya Fordoyê de nedaye û ji aliyê din ve jî nûner-pasdarê meclîsa rêjîmê û endamê komîsiyona Ewlehiya Meclîsa rêjîmê “Cewad Kerîmî Quddûsî” jî Îtiraf kiriye ku berhemanîna Uraniyomê bi tîratiya %90 bi tenê niv roj dem hewce ye.

Rafaêl Girûssî li derheq vê serdanê de gotiye: “Min hejmarek pêşniyarên karên berçav li warê çalakiyên navkî de dane Îranê û min daxwaz ji wan kiriye ku pêvajoya bawerpêkirinê, zindî bikin û rohnkirina bernameya navkî lezgîntir bikin.