Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd Simayîl Şerîfzade, sîmaya 18 heyv berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê

23:58 - 7 Gulan 2024

N. Nasir Salihî Esil

W. Bêhzad Simko

 

Rojhilatê Kurdistanê çi li serdema rêjîma Pehlewî û çi li serdema rêjîma Komara Îslamî de, hertim navenda berxwedan, xebat û tekoşîn û serîhildana şoreşvanan bo dabînkirina mafê netewî-siyasiyên gelê Kurd û dêmokrasî û azadiya gelên îranê bûye, ti demekê xortên netewiyê Kurd, îzna vê yekê nedane dujminên maf û azadiya gelê Kurd ku bigehne  xweziya xwe û gelê me tune bikin. Lewma bi mifahvergirtin li hemû şêwazên xebata rewa, piştevanî li mafê neteweya sitemlêkiriyê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de kirine. Rohn e ku baskirin û mêzekirin li dîroka tevgera rizgarîxwaziya salên 1346-47 li Rojhilatê Kurdistanê bi balkêşandin bi girîngî û nirxa vê, hewcehî bi hûriyeke zêdetir heye, çimkî hem bûyereke girîng û hem xaleke guherînê û şêweya xebateke nû li dîroka siyasiya xebata rewa ya netewa Kurd li rojhilatê Kurdistanê bûye.

Piştî hilveşîna Komara Kurdistanê, Xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cur bi cur ên nihênî û ji dûrxistinê ve berdewam bûye, heta salên “1346-47”ê de ew xebata nihênî bi şêwaza xebata çekdarî xwe da nîşandan û hêz û iradeyeke nû da xebatkaran û azadîûxwazên gelê Kurd. Lewma li vê qonaxa tevgera rizgarîxwaziya Kurd de bi rêberîiya Hizba Dêmokrat a Kurdistanê, xala guherîn û destpêkirina xebata çekdarî û karê rêkxistinî li dijî desthilta serberedayî û dîktarora “Mihemedriza şahê Pehlewî” bûye, lewma jî serhildan û berxwedana xortên cangorî yên netewa Kurd li wan salan de helwîsteke şoreşvanî û rûpeleke zêrîn li xebata rewa ya çekdarî bo mafên siyasî û netewî û dirokiyên pir ji şanazî li xebat û tekoşîn bi Hizba Dêmokrat a Kurdistanê tê dîtin.

Yek ji rêberên tevgera pir ji şanzaî ya serîhildana çekdarî ya salên “1346-47” a Rojhilatê Kurdistanê, Şehîd Muhendis “Simayîl Şerîfzade bû. Şehîd “Simayîl Şerîfzade” ew xwendekarê xwedî şiyan û azadîxwaz û şoreşvanê gelê Kurd bû ku li serdema desthilta dîktatoriya “Mihemedriza şah” de bi hûrî û bi hilsengandina rewşa vê serdema Îran û Kurdistanê û bi tevlîbûn bi refên Hizba Dêmokrat a Kurdistanê, şiroveyeke taybet bi vê qonaxê dest pêkir û rasana xebateke çekdariya nû hebû. Dariştina bername û pilanên şerê partîzanî wek diyardeya xebata hêza çep û şoreşvan li dijî rêjîmên dîktatorî li asta navnetewî de û serkevtinên wê qonaxa xebatên çekdarî yên gelên azadîxwaz û şoreşvan li Amerîkaya Latîn û asiya û Afrîqayê de hêwinê hizra şoreşvaniya Şehîd “Smayîl Şerîfzade”yê her tim zindî û hevalên wî bû ku li zanîngeha Têhranê de çîlo dabû. Lê tevî wan cudatî û berevajîtiyên hizir û teoriyên çep ên vê serdema Îranê ku civaka Îranê bi pasîv dizanîn, ji dîtingeh û awirê Şehîd “Simayîl Şerîfzade” û hevalên wî li Hizba Dêmokrat de, civaka Kurdîstanê pasîv nebû, belkû civakeke xwedî hêz û şoşerşvan bû ku mîrat û potansiyela mayî ya tevgera rewşenbîriya Kurdî û binyata hizrî û armancên Komara Kurdîstanê bû. Lewma pêywendiya tevgera xebata çekdarî û rêkxistinî ya salên “1346-47” a rojî, digel civaka Rojhilatê Kurdistanê pêywendiyrkî dualî bû.

Ji aliyekê tevgera rêkxistinî û çekdariya şoreşvanan, hêz dida civaka Kurdistanê û ji aliyê din ve, hêza xwe ji cîvaka Rojhilatê Kurdistanê verdigirt. Çimkî li serdema rêjîma “Mihemedriza şahê Pehlewî” de ji aliyek hemû mafên netewî û siyasiyên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatibû binpêkirin û ji aliyê din ve kiryarên vê rêjîmê bo milîtarîzekirina zêdetir a Kurdistanê piştî hilveşîna Komara Kurdistanê û bi girtinabere siyaseta lipeyketin û girtin û binçavkirina xortên mafxwazên gelên Kurd, rêjîma Pehlewî ti rêyek siyasî û yasayî bo tekoşîn û çalakiyên gelê Kurd nehiştibû. Lewma Şehîd “Simayîl Şerîfzade” û hevhizrên wî hatine ser vê bawerê ku bi tenê rêya sekinîn li hember desthilata dîktator û hirbûyî ya “Mihemedriza şah”, xebata çekdarî û rêkxistinî ye. Şehîd “Simayîl Şerîfzade” li nivîsekê de ku bo Şehîd “Dr. Qasimlo” şandibû nivîsandiye: “Îro bahozeke bihêz a şoreşvanî, seranserê welatê me li xwe girtiye û civaka xelkê Kurdistanê hatine ser vê baweriyê ku kite rêya rizgariyê, dest bi çek birin û kevtin bi çiyayan e, ne bi tenê bo me, belku rêya rizgariya her netewek bindest e”. lê mixabin li roja 12ê Banemera 1347 a Rojî de Şehîd “Simayîl Şerîfzade” digel çend pêşmergên din li gundê “Darîne”yê ser bi bajarê Banê, li halekê de ku mijûlê geriyaneke siyasî-nizamî bûn, ji aliyê xwefiroşekî ve cihê mana wan aşkere bû û hêzê dibine ser wan ku piştî şerekî qehremanane digel 3 hevçeperên xwe bi sedema caş û candirmeyên rêjîma “Mihemedriza şah” ve hatine şehîdkirin.

Lewma niha bo nivşa serdemê şoreşa “Jîna”yê karlêkerî û bandora kesayetiyên wek Şehîd Muhendis “Simayîl Şerîfzade”, bûne rastî û hêmayek bo xebata netewî û stêra ronî û sîmaya pêşengê 18 heyv xebat û berxwedanê ku netewa Kurd û tevgera xwendekariya Kurd û nivşa şoreşa “Jîna”yê şanazî bi vê rê û dozê dikin.

Lewma Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistana Îranê li sala 1386 a rojî de bi sehkirina berpirsayetî û bi mêzekirin bi tevgera pêkahateşikên a xwendekarê Kurd, Şehîd “Simayîl Şerîfzade”, wek hîmaya Xwendekarê Kurd û roja 12ê Banemerê wek roja Xwendekarê Kurd, binavkir. Li salvegera şehîdbûna “Simayîl Şerîfzade û hevalên wî” de soza xwe nû dikin ku heta serkevtinê doz û rêbaza Şehîdan berdewam bikin.