Çima “Rabûn” û qonaxa nû ya xebatê?

زایینی: ١١-٠٤-٢٠١٦ - هەتاوی: ١٣٩٥/٠١/٢٣ - ١٧:٤١ تاران
Çima “Rabûn” û qonaxa nû ya xebatê?
Mihemedsalih Qadirî

Herwekî ku em agehdar in, roj nîne ku bi sedema siyasetên dijminkarane ên rejîma Komara Îslamî, gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê berbirûyê girtin, kuştin, bidarvekirin, ketina li ser mayînên çandî (mînên veşartî) ên rejîmê û maddeyên hişber, bêkarî, destengî, xemokî û destdirêjiya li ser kerameta keç û jinên Kurdistaniyan, û zext û givaşa dem û dezgehên ewlekarî û ajanên vê rejîmê nebin.

Ew yek bûye sedema vê ku rûmeta jiyanê, û bîrkirina li pêşerojê, dîmeneke terajîk bi xwe ve bigre, bi awayekî ku tu derfetek ji jiyanê re nemîne. Di heman demê de hekî em bi hûrî li karnameya 36 salên borî ên rejîmê binêrin, ne di felsefe û lojîka wilayeta Feqîh, û ne jî di yasa û stratejiya Komara Îslamiya Îranê de, cuda ji kuştar û serkutê, tu mafeke din ji bo neteweya Kurd, û pêkhateya neteweyî, û ayînên din nahê dîtin, lewra ew pirs tê pêş, ku gelo baştirîn bersiv bo vê rejîma ku bi eqliyeteke hovane bersiva daxwazên rewa ên gelê me dide, çiye?

Ji aliyekî din ve em dibînin ku serbarê hemû pîlan û astengiyên emnî, û metirsiyên vê rejîmê li ser canê wan, xelkê bêzarbûyî ê Kurdistanê, hişyartir û yekgirtîtir ji caran, û cesûrane û lehengane, ji derfetên cur bi cur mifahê distînin, û bi bilindkirina dengê nerazîbûnê û berevanîkirin ji mafên medenî û neteweyî, kabûsa tirs û bêdengiyê di hemberî rejîmê de dişkînin. Bi vî awayî em dibînin ku xelkê Kurdistanê bi xwedîderketina ji îrade û nasnameya neteweyî û nîştimanî ya xwe, biryar dane ku êdî di bin barê koletî, bedbextî û bênasnameyiyê de jiyanê nekin, û bona bidestxistina mafên xwe, bi xebata cemawerî û medenî, tirs û sama tarîtî û zexta vê rejîmê, di kok û binetarê de dakutin û biherifînin.

Ew rastiya vê yekê dibêje me, ku zû yan direng, rejîma Îranê bi sedema kelekebûna zulm û zorî û bêdadiyê li ser hev, nêzî lêva kendalê jinavçûnê dibe, û hekî her bi vî awayî dirêjiyê bide siyasetên xwe, û ber bi qebûlkirina nasnameya neteweyî ya neteweyên Îranê û demokratîzekirina welat pêngavan hilnegire, dûr nîne ku di pêşerojê de wekî Îraq û Sûriyê ber bi perçe perçebûnê ve here.

Rastiya vê boçûnê jî ji vir ve çavkanî digre, ku em dibînin neteweyên bindest roj bi rojê zêdetir girîngiyê didin nasnameya xwe, û rizgariyê dikin xudîka daxwazên xwe.

Di pêxema bersivdayîna bi vê hewcehiya dîrokî, civakî û neteweyî, em dibînin ku PDKÎ bona bilindragirtina îradeya serweriya gel û nîştiman, di peyama newrozî ya îsal de “Diruşma pêkvegirêdan axebata çiya û bajar” kiriye hêvinê xebata vê qonaxê. Di vî warî de em dibînin ku PDKÎ bi şirovekirin û berhevdana jîrane ya vê rewşê, dixwaze ku riheke nû bide xebata di Rojhilata kurdistanê de, û îradeya gelê Kurd bona vegerandina serweriyê, bike xemeke rojane ya xwe, û bi xwedîderketina ji resaleta dîrokî ya xwe, bê qadê (dakeve meydanê), da ku bêje civaka Kurdî ku,ew di şerê li dijî dagîrkariyê de, ne bi tenê ne, û dixwaze ku vê peyamê jî bigehîne dagîrkaran ku em bona parêzgarî ji keramet û mafên mirovî ên gelê Kurd û hevwelatiyên Kurdistanê, piştqahîm in bi hêz û şiyana ciwanan, û civatên xelkê Kurdistanê dibin parêzvanê hemû beşên jiyana îro û pêşerojê ya gelê me.

Bi vî awayî em dibînin ku PDKÎ navnîşaneke bawerpêkirî ji xelkê Kurdistanê re ye, û bi vê “Rabûn”a xwe, mizgîniya qonaxeke nû ji xebat û berxwedaniyê li dijî rejîma terorîst û dijî mirovî ya Îranê, dide xelkê welatparêz ê Kurdistanê, û malbatên serbilind ên şehîda.

Lewra hewce ye ku jin, ciwan, û hemû tex û qat û pêkhateyên cuda, yên ku baweriya wan bi serwerî û kerameta mirovî û deshilata demokratîk heye, û yên ku dixwazin bi berxwedan û xebata li dijî dagîrkariyê jiyaneke azad û bextewer û birûmet hebin, piştevaniyê ji PDKÎ bikin. PDKÎ wekî partiyekê ku dixwaze bi piştevaniya Kurdistaniyan vê “Rabûn”ê bike hêvinê qonaxeke nû ya xebata ji bo azadiya gelê me yê bindest.

Ew mijar, bîr û boçûna nivîskarê mijarê ye, û malpera “kurdistanmedia” di hemberî naweroka wê de, berpirsyar nîne.