Heliyana cemedê di Rojhilata Navîn de

زایینی: ٠٧-١٠-٢٠١٧ - هەتاوی: ١٣٩٦/٠٧/١٥ - ١٩:٢٨ تاران
Heliyana cemedê di Rojhilata Navîn de
Îdrîs Ehmedî

Hatina çeka etomî û vegeşiyana demokrasiyê, mecal bo şerê mezin di forma şerê “cîhanî” de nehêlaye.

Paş şerê duyem ê cîhanî rikeberiya di navbera Amerîka û Yekîtiya Soviyetê, bi sedema çeka etomî di forma “şerê sar” de xwe nîşan da. Ew du mezinhêz rasterast berbirûyê yektir nebûn, belkû şerê germ bi wekalet û li ser xaka xelk û welatên din de dikirin.

Vegeşiyana demokrasiyê û qahîmbûna pêwendiya di navbera Amerîka û welatên Ewropî, Japon, Kureya Başûr û Ustiralyayê, “Navçeya Aştiyê” (Zone Paece) lê ket. Demokrasiyê herwisa raya giştî kire faktereke sînordarker, helbet ne rêgir, derheq şerê welatên demokratîk.

Ew yek nahê vê watayê ku sîstema paş şerê duyem ê cîhanî û şerê sar, bêkêşe ye. Serbarê vegeşîna demokrasiyê di Rojava û hinek ji welatên Asyayî, di herêm û cihên din ên cîhanê, serberedayî û dîktatorî tevî komeke nexweşiyên siyasî û nedadperwerî, pêsîra gellek civakan girtiye.

Rojhilata Navîn pişka şêr di domandin û qebûlkirina wan cure kêşe û nexweşiyan ber ketiye. Binavkirina Rojhilata Navîn wekî “Dilê Jeopolîtîk” di cîhanê de, rastiyeke haşahilnegir e. Helbet bedela vê ku cihê şanaziyê be, nîşana bedbextiyê ye.

Berevajiyê şerê yekem û duyem ê cîhanî, û encamên wan, encama kêşe û şerên biçûk û nîvemezin ên nêzî du dehikan ên sedsala 21`an, têkder nînin, yan em dikarin bêjin ku bi awayê yekalîker sîstemşikên nînin, belkû ew derkewtane zêdetir hêdî-hêdî sîstemguher û di heman demê de jî sîstemparêz in.

Ew yek jî bûye sedem da ku bûyer ew qas birr nekin heya ku dibin dîrok. Dugmbûneke rêjeyî di navbera sîstemeke lerzok ya cîhanî û pêşerojeke nerohn de xwe dide xûyakirin. Di Rojhilata Navîn de, heya paşveçûnek jî rû daye, şoreşên Buhara Erebî yan bûne xewnemar (kabûs), yan hatine dizîn, yan jî ji hêla hêzên dijîşoreşgeran ve hatin tunekirin.

Serbarê du şerên di Kendawê de, tevî hatina “Buhara Erebî” şerê bixwîn li Sûriyê û serhildan û şikesta “DAÎŞ”`ê sîstemeke nû bi van zûkatiya çê nabe. Hekî çê bibe jî, ewê di encama kêşe û rikeberiya di navbera hêzên kevneparêz û sîstemguher de wê çê bibe, ew jî hêdî-hêdî. Di her pêngavekê de ku em davêjin, renge hêzên şoreşger neçar bin ku du pêngavan paşve vegerin.

Tu yek ji hêzên kevneparêz, li serveyî hemiyan Komara Îslamî, ku berjewendiya wan di ragirtina sîstema niha de ye, xwediyê hejmoniyê nînin. Bi watayeke din, tu yek ji hêzên kevneparêz hêz û şiyana wan ya vê yekê nine, ku xwesteka xwe bi ser navçeyê de bisepînin, tenê dikarin riya guherînkariyê bigrin.

Ji aliyekî din ve Amerîka ku piştî 11`ê Îlonê hewla guherîna sîstemê dida, di siyaseta xwe ya derve de, heman stratejiyê bi rê ve dibe, ku di serdema şerê sar de bi rê ve dibir, ku ew jî ragirtina hevkêşeya hêzê ye. Ragirtina hevkêşeya hêzê alîkarê dugmbûna navçeyê ye di vê rewşa nebaş de.

Referandoma di Başûra Kurdistanê de, di cewhera xwe de kiryareke şoreşgerane bû. Ew yek bi eşkere nîşan dide ku ew sîstema ku piştî şerê yekem ê cîhanî hate avakirin, û piştî şerê duyem ê cîhanî bi jinavbirina Komara Kurdistanê berdewam kar bo cîketina wê hatiye kirin, çavkaniya neseqamgîriya berdewam, û şer û bedbextiyê ye.

Rojhilata Navîn wekî “Dilê Jeopolîtîk” dimîne. Helbet em şahidê heliyana cemedê ne di sîstema nexweş ya navçeyê de. Ew şer û kêşeyên ku îşare bi wan hate kirin, tevî referandoma Başûra Kurdistanê bo serxwebûnê, nîşana berçav ya vê pêvajoyê ne.