Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîroz be du cejnên Gelawêjê

17:39 - 15 Tebax 2022

Nûredîn Sofîzade

Di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya Kurd de, rojek pir şewq û geş he ye ku tîrêjên wê ronî xistiye ser Kurdistanê û ev roje cem gelê me weke roja xwe dîtin û danana xîmê qahîme tevgêra netewî tê naskirin.

Ev roj jî, 25ê Gelawêjê “16ê Tebaxê” ye ku 77 salan berî niha Hizba Demokrat a Kurdistanê li ser destê hin kesên xebatkar û xwedî pêgeh û li ser bingeha “Civaka Vejandina Kurd” hate avakirin.

Felsefeya jidayîkbûn û serîhildana partiya han, ku armanc vejandina Kurd de û li ser bingeha pirsa neteweyî hatibe avakirin, bêguman wane wergirtin û ceribandin wergirtina ji dîroka xebat û berxwedanî û şoreşên berî xwe bûye.

Bi berçavgirtina kêmasî û xalên lewaze şoreş û serhildanên berê yên Kurdan, cara yekem bû ku li Kurdistanê partiyeke modern û pêşkevtî û xwedî armanc û bernameya siyasî bête avakirin.

Hin ji wan xalên girîngin ku Hizba Demokrat 77 salan berî niha li ser hate damezrandin ewin:

Danana rêberiyeke bi kom ku êdî niha şonda, şoreş girêdayî bi kes yan kite rêberekê nebe.

Diyarî kirina rêberiyê ji rêka hilbijartineke azad û demokratîk ji aliyê endamên vê partiyê ve.

Girtina kongirê û diyarî kirina armanc û bernama siyasî ya vê partiyê bi piraniya dengan.

Danana bernameyekî zelal û bi nivîskî û pejirandî jialiyê piraniya endamên wê hizbê, bo hêla xebatê û stratêjiyekî rohn berçavê her kesî hebe, daku gel bizane ev hizbe bo çi xebatê dike.

Danana peyrewa navxwe bo vê ku heçî endameke vê Hizbê li her ast û berpirsayetiyekê de be, li çarçoveya wê peyrewê de rabe û rûnê û erk û maf û pirensîp a xwe bizane û xwe digel vê peyrewê rêk bixe û hekî nekare wê yekê qebûl bike, nikare bibe endamê vê hizbê jî.

Bingeha armanc û stratîjiya xebat û hebûna vê hizbê, çareserî û bidestveanîna mafê neteweyî ya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê ye, ev Hizba gorî zirof û rewşa serdem û berçavgirtina qonaxa ku xebatê tê de dimeşîne, awayê çareserî û bidestveanîna wê armancê diyarî dike, îca li her rewşekê de be,metodên weke serbixweyî, fedralîzm, otonomî, Xwedmuxtarî, konfedralîzm, rêkên gehîştina bi mafê neteweyî ne ku Hizba Demokrat mifah jê wergirtiye.

Di vê hizbê de bû ku bo cara yekemîn tevgir û rêkxistineke Kurd basê mafê demokratîk yên cudahiyan di nava civatgehê de kir, weke berçavgirtina wekheviya di navbera jin û mêran, kêmaniyên neteweyî, bê ferq û cudahiya di navbera Ol û bawerên nava civatgehê de û qat û texên curbicur weke hejar, dewlemend, gundî, bajarî, xwendewar an nexwandewar.

Hemî kesek xwediyê mafê azadiya xwe ye weke azadiya hizr eyan kirinê, rojnamevanî, azadiya bawerê.

Modern û dewlemendî û bernama demokratîk ya Hizba Demokrat, hinde pêşkevtî bû ku karî bandorê dabinê li ser tevger û şoreşên perçên din yên Kurdistanê û ev jî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi ilham vergirtin ji Hizba Demokrat bo xwe li perçên xwe de ava bikin û hêla xebata Hizba demokrat bikin bi bingeh û hêla xebata xwe bona bidestveanîna mafê gelê Kurd û rêbaza xebata xwe. Wate Hizba Demokrat karî pelên xwe bihavêje seranserê Kurdistana Mezin.

Belê Partiyek ku li ser vê bingehê hatibe danîn, bêguma di xebata dûr û dirêj ya xwe de hertim dikare xwediyê bihêztirîn pêgeha cemawerî be, û weke kite partiya Neteweyî ya gel tête pênase kirin, û gel jî wê partiyê bi ya xwe dizane û hêvî jê heye ku ev jî hilgirê ra û daxwaza wan xwe digel qonaxên xebatê rêk bêxe.

Partiyek bi wan hemî taybetmendiyên xwe yên bilind, ku dûre ji paremayî, dîktatorî, eşîre gerî, lewma hertim dikare partiyeke zindî be û navê vê di serweyî hemî navekê be, gelek jî sirûştiye ku di nava vê Hizbê de li ber taybetmendiyên demokratîk, cudahiya bîr û rayan û cudahiya selîqa kar û birêveberiyê hebe.

Cudahiya boçûnan gelek caran bûye sedem ku heta parek ji endamên vê Hizbê nekarin gel hev kar bikin, yan bi dirêjahiya dîroka xebata vê Hizbê de çendîn caran hin girûp ji Hizbê veqetiyane, lê piranî ku hevra bûne li ser bingeha rast ya vê Hizbê û stratîjiya xebata vê û dîroka serfirazane ya vê, em dibînin piştî midehekê carek din hemî di devra bingeha sereke ya Hizba xwe kom bûne û bûne yek.

Ji hev veqetiyanên ku heya niha di nava Partiya meda çêbûne, gelek bandora xirab li ser me hebûye, gelê Kurd û dostên partiya me û xebatkarên vê, pê acîz bûne, lewma berdewam peyamên wan bo hizbê, peyamên yekbûn û yêkgirtinê bûne.

Bi berçavgirtina berjewendiya giştî ya hizbê û bihêzbûna tevgera Rojhilatê Kurdistanê û daxwaz û çavnhêriya gelê Kurd û xemxor û dostan, rêberiya vê Hizbê seh bi berpirsayetiya dîrokî ya xwe kirine û cehda yekgirtina aliyên vê Hizbê dane ku bi keyfxweşî ve, gehîştine encama dawiyê û serkevtinê.

Îsal di deve devê 25ê Gelawêjê 77emîn salvegera avabûna vê Hizbê de, mizginiyeke dilxweşker belav bû ku hizba demokrat dibe yek.

Cem endam û alîgirên Hizbê, malbatên xwedî qedr yên Şehîdan, dost û xemxwerên hizbê û bi giştî cem gelê me, cejna avabûna hizbê ya îsal, dibe 2 cêjn û gelawêj ji heçî carên derbasbûyî zêdetir şewqê dixe li ser bigurtir bûna xebatê û bihêz bûna vê Hizbê û biqawet kirina îrada xebatkara, û herwisa dilêşî û şikest û damawiya dijminan.

Lewma cejn 2 cejna Gelawêjê li herkesekî azadîxwaz, kurdekî welatparêz û malbatên şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi taybetî li hizba demokrat û hemî xebatkarên vê pîroz be.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine