Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Fîlandê kombûna nerizayetî li dijî rejîma Îranê bi rê ve çûn

10:33 - 25 Îlon 2022

Li welatê Fîlandayê li dijî serkutkariyên hêzên rejîma Îranê yên li dijî xelkê bêzar li Kurdistan û Îranê kombûna nerazîbûnê lidar xistin

Roja Pêçşemî 31`ê Xermananê li bajarê Helisinki a ser bi Fîlandayê, bi beşdariya sedan kes ji welatiyên Kurdistanê yên rûniştiyên wî welatî kombûna nerizayetî bona şermezarkirina qetla Jîna Emînî bi destê byom yên hêzên serkutkar yên rejîmê û piştevanîkirin li xwenîşandanên li Kurdistan û Îranê hat lidarxistin.

Amadebûyên kombûnê bi meşê li Mêtro a Kulosar û bi dana siloganên li dijî rejîma Îslamî a Îranê ber bi balyozxaneya rejîmê meşiyan û li ber deriyê balyozxaneya rejîmê ya li Helisinki kombûn û piştire kombûn bi xwendana sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Piştire peyama Komîteya partiyên Rojhialtê Kurdistanê li Fîlandayê bi sê zimanên weke Kurdî, Farsî û Fîlandî hat xwendin.

Herwisa di berdewamiya kombûnê de, amadebûyan bi zimanên Kurdî, Farsî û Fîlandî siloganên bo piştevanîkirin li jinên Îranê û herwisa li dijî rejîma Îranê dan.

Li beşeke din a wê kombûnê de, jinan bi nîşana dijayetî digel yasaya dijî mirovahiyê ya rejîma Îranê û herwisa piştevanîkirin li jinên Kurdistan û Îranê, porên xwe birîn û agir berdan laçkeyên xwe.