Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên rûniştiyên Dallas a li wilayeta Texas a Amerîkayê piştevanî li xwenîşandanên Kurdistan û Îranê kirin

10:57 - 28 Îlon 2022

Li bajarê Dallas a ser bi wilayeta Texas a Amerîkayê Kurdên rûniştiyên wir bona piştevanîkirin ji xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetla hikûmetî ya Jîn(Mehs)a Emînî û şermezarkirina serkutkariyên hêzên rejîma Îranê meşek girseyî lidar xistin.

Roja Sêşemî 28`ê Îlonê, li bajarê Dallas a ser bi wilayeta Texas a Amerîkayê Kurdên rûniştiyê wir bona şermezarkirina qetla hikûmetî ya Jîn(Mehs)a Emînî bi destê hêzên serkutkar yên geşta îrşad a rejîmê û piştevanîkirin ji xwenîşandanên seranserî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê meşek girseyî lidar xistin.

Kurdên rûniştiyê Dallasê bi bilindkirina wêneyên şehîdên nû yên gel û alaya Kurdistanê, û dana siloganên li dijî dîktator û desthilata axûndan bi zimanên îngilîzî û Kurdî, piştevanî ji xwenîşandanên nerizayetî yên li Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Endam û alîgirên PDKÎ di vê meşa girseyî de çalakane beşarî kirin.

Herwisa ew meşa girseyî ji aliyê Kanî Bexityar Êzet Dergeley û hevalên wê ve hatibû lidarxistin.