Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mizginiya bê mînak

18:35 - 7 Îlon 2022

Hinek bûyer di dîroka gelan de dibin xala gweherînê û weke destpêka qonaxeke girîng tên tomarkirin, ev yek jî dibe mînakek herî baş bona piştgirêdana bi vê gweherînê, ji bona tevger û bizavê û pêşkevtinê.

Dema ku ev mijar girîng be û peywendî bi gel ve hebe, û daxwaz û miraza giştî be, heçî dema ku hasil bibe û bê cî, weke mizginiyeke mezin û dilxweşker di nav gel de belav dibe.

Yekgirtin û yekîtiya herdu baskên Hizba Demokrat jî bo gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û hemî Kurdeke welatparêz mizginiyek mezin bû.

Serê 16 salan bû ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê rastî jihev weqetiyanê hatibû û bi ser 2 baskan de parve bibû û weke 2 Hizbên cuda li jêr navên PDKÎ Û PDK heçî kîjan ji wan 2 Hizbane  bi awayê serbixwe kar dikirin.

Di heyama wan 16 salan de netenê weke 2 baskên cuda yên Hizbê, belkî mixabin parvekirina hemî hêz û şiyana vê Hizbê hatibû parvekirin, wek hitbara siyasî, hêza mirovî, hêza maddî, hêza piştewaniya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, endam, alîgir, û bigiştî her tişt parve bibû û hêza vê Hizbê ji hemî aliyekê, bo herdu Hizbên Demokrat gorî berî ji hev weqetiyanê nivî bibû.

Wê yekê gelek xisr gihand doza Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Demokrat gelek derfet li meydanên kar û xebatê de ji dest dan.

Di wan 16 salên ji hev weqetiyanê de, her kes û aliyekê seh bi wê xisarê kiribû û bitaybetî xelkê Rojhilatê Kurdistanê weke piştewanê hertimiye Hizba Demokrat, tu caran bûna 2 Hizba Demokrat qebûl nekirin û bal wan wekî karekî nepesen û nejdilî wan dihate hesibandin, lewra berdewam bera pêla rexne û gazindên wan ji herduk baskên jev cudaye Hizba demokrat bû û berdewam daxwaza yekitî û yekgirtinê dikirin.

Netewa me ku weke hizbeke herî mezin û xwedî bandor û li ser hêla xebata netewî û weke hizbeke herî kevnar di dîroka gelê me de 77 sale bê rawestan xebat kiriye, û di vê rêkêde jî gelek xwîn û nirxa mezin û rêberên xwe goriyê bidest ve hatina armancê gel kirine, hemî ev xwîne jî li ber cestê Rojhilat çûye û hekî Hizba Demokrat heya niha maye dewleserê piştewanî û xwedî derkevtina gel ji vê hizbê bûye, ev mafe didane xwe ku heyî û neyî ya vê hizbê ya xwe bizanin û lewma bû gelek caran cuda ji daxwaza yekgirtina herdu aliyan, ev haydariye jî didane kadr û Pêşmerge û rêberiya Hizbe ku êdî çiyê dinê ji wan qebûl nakin ku ew Hizbe her wisa bi 2 perçeyî bimîne.

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên vê hizbê, malbatên serbilinde şehîdên Kurdistanê û bigiştî hemî xemxwarên vê rêbazê, gelek caran gotin û dane xuyakirin ku hizba demokrat tenê milkê wan kesan nine ku niha bi eşkera tê de xebatê dikin, belkî Hizba Demokrat milkê xwîna Hezaran Şehîdên Kurdistanê û serweyî hemiya behra xwîna rêberên Mezin Qazî, Qasimlo û Şerefkendî ye û Hizba Demokrat yadigar û emanetê bi nirx û dîrokiye wane ku îro di destê rêberên wê hizbê de ye û divê û erkê ser milê wane ku wî emanetê wan biparêzin heya digehînine qonaxa serkevtinê û dana mizgîniya rizgariyê bi wan.

Dema mirov bi wî awayî dêna xwe bide xwezî û çavnihêriyên xelkê li derheq yekgirina Hizba Demokrat, dema Hizib xoşwanî û pêgeha xwe wiha di nava gel de bibîne, dema xistina serheve hemî hêza Hizba Demokrat ku me serve bas kir bi ser 2 aliyan de hatiye parvekirin bibe sedemê çêbûna Hizbekî bihêz li hemî meydanên xebatê de, dema ku Hizba Demokrat bi yekitiya ji nû ve ye xwe dilê malbatên Şehîdan û endam û alîgirên xwe û xelkê kurdistan xweş bike, bêguman ragihandina yekgirtina herduk baskên Hizba Demokrat dibe mizgîniya herî mezin bo hemiyan.

Me dît ku digel ragihandina wê mizginiyê pêla şahî û pîrozbahî û dengwedana wê yekgirtinê, çiqas berfireh bû û dilê dostan şad kiri û kela zilm û zordariya dujminan û bi taybetî istûnên riziye rejîma Îranê çawan xistine lerzînê.

Ev yêkgirtina dawiya ducergetî û parvebûna Hizba Demokrate, ev yekgirtina divê bibe destpêka qonaxeke nû ya xebateke bihêz û divê bikare gorî çavnihêriya gel, bersivder be bona xebateke bi gur.

Îro gelê Kurd li Rojhilat tenê Hizbeke Demokrat hene, tenê rêber û pêşengeke xebata netewayetî hene, Rojhilat tenê adrêseke tevgera neteweyî demokratîk heye, vê carê Hizba Demokrat divê bi piştqahîmî û bi hêzeke mezin ve, xwe di meydanên cur bi cure xebatê de wek dîplomasî, rêkxistinî, ragihandinî, medenî, çekdarî û pêşmergane, bikeve nava çeperên şoreşê.

Yekgirtina Hizba Demokrat û xebata vê Hizbê nihapêde li jêr navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de, bêguman vê hizbê ,endam, alîgir, kadr, pêşmerge û rêberiya wê hizbê erkdar dike ku nihapêde milê xwe bidne ber kar û xebateke bê rawestan li pêxema bidest ve anîna mafê neteweyî û rizgariya Kurdistan, bê şik hingê ye ku hemî hêza Rojhilat li pişta wê hizbê dibe û ev jî bi piştewaniya hemî aliyaneya xwe bersiva erêniye wê mizginiya mezin bidne Hizba Demokrat.