Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li Bakûrê Kurdistanê di merisama vebîranîna şehîd Dr. Sadiq Şerefkend û hevalên li Almanyayê de beşdarî kir

19:29 - 18 Îlon 2022

Li bajarê Berlîn a paytexa Almaniyayê merasimek bona vebîranîna 30emîn salroja şehîd kirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî hat lidarxistin û Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Bakûrê Kurdistanê jî beşdarî kir

Roja Şemî 26`ê Xermananê li bajarê Berlîna paytexta Almaniyayê merasimek bo vebîranîna 30emîn salroja şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi amadebûna Xalid Ezîzî berdevkê PDKÎ birêve çû û Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li bakûrê Kurdistanê jî beşar bû û her bi vê hilkeftê peyamek belav kir.

Nûneratiya PAK ya li Ewropayê di beşek ji peyama xwe de nivîsiye: Di 30emîn salvegera şehadeta Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemî şehîdên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî di 17ê Îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanyayê ligel sê hevalên xwe yên endamên PDKÎ, ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hatin qetil kirin, em Dewleta Îranê ji ber vê qetlîamê rûreş dikin.

Herwisa roja 26`ê Xermananê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li Enkerê paytexa Tirkiyê jî li derheq kuştina Jîna(Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutkar yên geşta îrşad a rejîma Îranê, bi lidarixstinakombûnên nerazîbûnê nerazîbûna nîşan dan û ev kiriyara dijî gelî û hovane ya hêzên rejîmê ya li Tehranê şermezar kirin.