Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Divê hewl bê dayîn ku rejîma Îranê ji navendên mafê mirovî û Neteweyên Yekbûyî were derxistin

15:55 - 12 Şibat 2023

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Xalid Ezîzî”, di berdewamiya hevdîtinên xwe de bi kesayetî, rêxistin, binke û damezraweyên cur bi cur ên cîhanî re li Waşingtonê bi du damezraweyên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.

Berdevkê Hizba Demokrat digel “Dr. Katrina Lantos Suwît”, Seroka Damezraweya Lantos bo Mafên Mirovî û Dadwerî û herwisa digel “Dr. Kristiyen Sekwenziya”, Hevseroka Kampanya Maseya Dewreyî ya Lûtkeya Azadiya Olî bo Nehêştina Yasayên Binpêkirina Mafê Mirovî, civîn kir.

“Xalid Ezîzî” di vê dîdarê de, li ser mijarên mafê mirovî û binpêkirina azadiya netewên bindest di Îranê de axivî û derheq hejmareke zêde ya girtiyên siyasî û olî yên Kurd û metirsiya îdamkirina hin ji wan ji aliyê desthilatdarên Tehranê ve, agehî bi van du kesayetiyên navdewletî re dan.

Navbirî ji her du kesayetiyên navdewletî daxwaz kir ku bi hevkariyên hevpar li cîhanê bi giştî û Yekîtiya Ewropayê bi taybetî, givaşên berfireh bixine ser rejîma Îranê, da ku dest ji van binpêkirinan berde.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, pirsa penaberan û metirsiya berdewam a êrîşên Tehranê bo ser Kurdistanê û hewcehiya rêgirîkirin ji wan êrîşan behs hate kirin.

Herdu aliyan tevî nîşandan kêfxweşiya xwe bo vê dîdarê, behsa berpirsayetî û ezmûnên xwe di wan waran de kirin û gotin, ev behsane cihê rêzgirtina wan in û daxwaz kirin ku ev hevdîtinane berdewam bin.

Di vê hevdîtinê de, Rehîm Reşîdî, Endamê Enistîtuya Gold bo Setratejiya Navnetewî, hevrêtiya berdevkê Hizbê kir.