Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên rûniştiyên Fînlendê bona bi terrorist nasandina Spaha Pasdaran kombûnek lidar xistin

18:25 - 21 Şibat 2023

Roja Dûşemî 1ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, li ser banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û federasiyona Komelên Kurdî li Fînlendê, bi armanca piştevanîkirin li serhildana seranserî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kombûneke nerizayetiyê li ber deriyê parlemana Fînlendê li bajarê “Hilsînkî” lidar xistin.

Kombûn bi beşdariya 4 endamên parlemana Fînlendê û 10an kes ji çalakvanên siyasî û Kurdên rûniştiyê Fînlendê demjimêr 12ê nîvro bi sirûda neteweya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji şehîdên şoreşa “Jîna”yê, dest pêkir.

Piştre daxuyaniya xwenîşanderan bi zimanê Fînlendê ji aliyê “Welat Nehrî” ve hate pêşkêşkirin. Di vê daxuyaniyê de bi rohnî ji parleman û navendên desthilatdarî ya Fînlendê hate daxwaz kirin ku di kiryar de piştevaniyê li xelkê serhildêr ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin û Spaha Pasdaran li lîsteya rêkxiravên terorîstî zêde bikin. Hevdem daxuyanî û daxwaziya birêveberan û beşdarbûyên kombûnê, bi destê parlemanteran hate dan.

Di beşek din a vê kombûnê de, 4 endamên parlemana Fînlendê û herwisa çalakvana siyasî û berbijêra bo Parlemana Fînlendê “Şeyda Sohrabî” peyamên xwe bi kurtî pêşkêş kirin û piştevaniya xwe li daxwaziyên xelkê dane xuya û cinayetên rejîma Îranê şermezar kirin.

Cihê gotinê ye ku, li vê kombûnê de bi zimanên “Kurdî, Fînlendî û Îngilîsî” dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û Biherife Komara Îslamî” hatine dan û sirûda “Ey Şehîdan” hate xwandin.