Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalîd Ezîzî li Waşingtonê bi şandeke Ukraynayê re civiya

14:51 - 3 Şibat 2023

Rêzdar Xalîd Ezîzî Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Rehîm Reşîdî rojnamevan û endamê Enistîtuya Gold bo Karûbarên Setratejîk ên Navnetewî li Waşingtonê bi şandeke welatê Ukraynayê ku li warên lobîkirin bo Ukraynê, komkirina hevkarî û paqijkirina mînan li Ukraynê çalak in, hevdîtinek pêk anîn.

Destpêkê şanda Ukraynayê kêfxweşiya xwe derheq vê hevdîtinê nîşan da û spasiya piştevaniya Kurdistaniyan ji bo berxwedana xelkê Ukraynayê kir û herwisa îşare bi siyasetên Îranê yên di warê berfirehkirina terorîzmê û şandina balafirên bê balafirvan bo Rûsyayê li dijî xelkê Ukraynayê kir.

Rêzdar Xalîd Ezîzî di vê kombûnê de behsa piştevaniya herdu aliyan kir û daye zanîn ku hewce ye xelkê her du aliyan piştevaniya hev bikin û navbirî berxwedaniya Ukrayniyan ji bo berevanî ji maf, ax û welatê wan bilind nirxand û hêvî xwast ku bi serkevtina wan xelkê Îran û Kurdistanê bikarin bi piştevaniya navnetewî, bi ser Komara Îslamî de zal bin.

Di vê hevdîtinê de her du aliyan ji bo hevkariya berdewam û pevguhertina nêrînan komek pêşniyar gengeşe kirin.

Eva cara yekê ye ku şandeke xwedî pêgeh a Demokrat û Rojhilatê Kurdistanê bi fermî digel Ukrayniyan dicivin û biryarê didin ku li dijî dîktatorî û terorîzmê bi hev re karên hevbeş bikin.

Herwiha şanda Ukraynayê bi fermî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê vexwendiye ku serdana Ukraynayê bike û tevî vê ku digel berpirsên welatê Ukraynê hevdîtinê bikin, digel Serkomar "Volodymyr Zelenskyy" jî hevdîtinê bikin.