Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd hertim bûne mertal bo dagîrkeran

15:00 - 6 Şibat 2023

N: Hesen Mukerem

Gelê Kurd hertim di mêrxasî, egîdiya xwe li şeran de, bêmînak bûne û dagîrkeran jî tehemula dîtina vê yekê nebûne û her ji ber hindê jî, dema ku em dîroka Kurdan dişopînin dibînin bi perçekirin û sirgûnkirinê hertim hewl dane ku Kurdan ji hev dûr bixin û li cihên wisa an sînûrên destkird de akincî bikin da ku ew ji hev dûr bin û hem jî wek mertalekê li hember rikeberiyên siyasî û desthilatî yên xwe de bikar bînin bo mînak, Împiratorya Mêda (paşwextya Îran)ê heger li Rojavayê sînorê xwe bi rêzeçîyayên asê – Zagrosê ve parastî bûye, lê sînorê Rojhilat, erdê bê çîya bûye, û ber êrîşên Tûranîyan: Turk-selcuq û Teter-moxolan hertim vekirî bûye, ji ber vê sedemê hertim gefa êrîş û dagîrkariyê li ser Îranê bûye.

 Hikumdarên wî serdemî yê Îranê ji ber parastina sinûrên xwe siyaseteke duserî li hember Kurdan de bikar anîne, bi sed hezaran Kurd koçberî Xorasanê kirine da ku weke mertala asê bo parastina sinûran bikar bînin, û bi aliyê navxwe de jî, pêşya egera her cure xebatekî wan û serhildanê ji Kurd bigrin, bi armanca parastina cih-warên nû yên ku tê de hatine akincîkirin, li hember êrîşên hêzên çekdar û Tûraniyan rawestin û ew siyaseta duserî li Îranê derheq eşîrên Kurdan heta dema deshilatdariya Şah Îsmayîl, Şah Ebas û Nadîr-şah û niha jî Komara Îslamiya Îranê hem li Xorasan û hemî li Rojavayê Îranê yanî Rojhilatê Kurdistanê berdewam e.

Li Rojavayê Kurdistanê, di çend salên borî de di dema şerê DAÎŞ`ê de, Beşar Esed serkomarê Sûriyê, herêmên Kurdan terkandin û şer û ewlehiya vê xist destê hêzên Kurdan û meydan da Kurdan da ku Herêmên gefa şer li ser in, Kurd biparêzin û di wî şerî de keç û xortên Kurdan bi hêz û gernasiya xwe li hember DAÎŞ sekinîn û bi hezaran şoreşwanên Kurd bûn mertal bo Beşar Esed û piştî bidawî hatina şer jî, Beşar Esed rê bo artêşa Tirkiyê vekir û dewleta Tirkiyê û girûpên girêdayî bi dewleta Tirkiyê re, bajarên Kurdan kirin meydana xwe û her carê bi hincetekê ev herêm bombebaran kirin.

Lê, ev fêlbazî û siyaseta duserî tenê li Rojavayê Kurdistanê bidawî nebû, dagîrkeran berahîka şerê DAÎŞê ber bi Herêma Başûrê Kurdistanê ve zivirandin, Başûrê Kurdistanê ku hîn birînên wê yên ji ber dagîrkeriya Sedam Husên nojdar nebibûn, ev tûşî şerê DAÎŞê kirin û bi hezaran pêşmerge ji bona parastina Herêm û destkevtên Kurdan li vê perça Kurdistanê, di wî şerî de şehîd bûn û bûne mertal bo bajarên Ereban, û Kurdan di wî şerî de gelek şehîd dan her wekî ku li dîrokê de xuya ye, Kurdan hertim mêrxasî û egîtiya xwe parastine.

Herêma Kurdistanê her li ser wê hesabê li sala 2017`an de refirandoma serxwebûnê birêve bir û bi piraniya dengan %93 xelkê Kurdistanê dengê erê ji bona serxwebûna Kurdistanê dan.

Lê, berçavtengiya dujmanên gelê Kurd çavê xwe li ser hemû cangorî û malwêraniyên Kurdan li hember şerê DAÎŞê girtin û Herêma Kurdistanê tehrîmkirin û Herêm xistin di bin dijwartirîn givaşên aborî û siyasî de, lê piştî derbasbûna çend salan welatên Ewropî û Amerîka ku ji ber berjewendiyên xwe peywendî digel Kurdistanê digrin, dibe ji wan re zelal bibe ku ti neteweyek an dewlet weke Kurdan rû rast an jî ewleh nine bo wan, wan dubare bi şandana balyoz û seredanên berdewam hewl dan pêwendiyên xwe digel Kurdistanê geş bikin û li kêleka seredanên xwe bo Bexdayê hevdem seredana Hewlerê jî dikin, ev dostatî û hevpeymaniya bi bê siyaseta duserî ya Kurdan heta Wezîrê derwe yê berê yê Amerîkayê Pompeo jî di heyama çend rojên derbasbûyî de di nivîsekê de îşare pê kiriye.

Îca em dubare werin ser rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê bisekinin, çawan min li jorê jî qala vê yekê kir ku, Kurd hertim bûne mertal bo neteweyên serdest an heman Fars û Tirk û Ereban, li şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de, ku bi Kuştina keça Kurd “Jîna Emînî” bi destê hêzên serkutker yên rejîma Îranê serîhilda, gelê Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi keç û kur, ciwan û kal derkevtin ser şeqaman û bi hemû hêza xwe li hember cinayetên rejîma hov rawestan, lê hêzên rejîma Axûndî jî herçawan li tevahiya temenê xwe yê bîyom de rehm bi mirovhiyê nekiriye, li bajarên Kurdistanê bi çekên giran êrîş kirine ser xelkê bê mertal û dest vala, û li Mihabadê, bajarê Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê Kurdistanê, bi doşkayê teqe li xelkê dest vala kirin ku tenê daxwaza mafê rewa, mafê mirovahiyê xwe dikirin ku mafê her kesî ye, û bi sedan keç û xortên Kurdan birîndar û şehîd kirin û bi hezaran jî binçavkirin, ya herî balkêş eve ku rejîma Îslamî ku li ser navê ayîna Îslamê hikûmerdariyê dike, heta rehm bi mela û kesayetiyên Olî yên Kurdan jî nekir ku tenê ji rejîmê daxwaz kiribûn ku dev ji kuştin û revandina ciwanên Kurd berde, lê ev bikom binçavkirin û cezayên giran li ser wan sepandin.

Tiştek din a balkêş eve ye ku, her ev xwenîşandan li bajarên Farsan jî hebû lê, neteweya Fars weke berê Kurd kirin pêşengê şoreşê, mîna Kurdan dernekevtin û li hember cinayetên rejîmê de xwenîşandan nekirin, an rejîmê ew weke gelê Kurd serkut nekirin û nake û nakuje û bajarên Farsan milîtarize nake.

Rejîmê hertim Kurdistan bixwe weke meydana şer, meydana cerbandina çekan an meydana meşqa leşkerî hesab kiriye, bo mînak Qirargeha Hemze a Spaha Pastarana terorîst, taybet bo Kurdistanê avakiriye û ji rêya vê qerargehê ve bi hemû hêz û şiyana xwe bajarên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze dike, heta me dît her vê Spaha Pasdaran bi mûşekên balistîk û dronên xweteqîner êrîş kire ser binke û bargehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û kempên sivîl yên malbatên wan li nava kûrahiya axa Başûrê Kurdistanê, û bi bê berçavgirtina yasayên navdewletî, serweriya Herêma Kurdistanê bin pê kir û xaka Herêmê bo çendîn caran bombebaran kir.

Ev hemû êrîş û kiryarên serkutker ne nîşana bihêzbûna dagîrkeran e, belku ev nîşana berçavtengiyê ye.

Di dawiyê de dikarim bêjim, dema ku hêz, qawet û yasa û însaf li destê dagîrker de ye, rewşa heyî jî encama kiryarên wan e, û bi danaberhev a reftarên berdewam yên dujmn yên di heyama wan salên derbasbûyî de, nîşan dide ku dê berdtekên tundtir û berdewamtir di paşerojê de li pey xwe hebin û em dikarin bêjin ku nifşa ku niha dagîrker digel de rû bi rû ye, hilgirê mîrata hêviyên sê nifşên borî ye.

Hekî heta niha dujminan karîne bi siyaset û pîlanên qirêj yên xwe Kurdan weke mertala parastina xwe bikar bînin, divê Kurd bi hişmendî û yekitî û yekrêziya xwe, niha pêde bibe mertala parastina xwe û nabe çiyê din îznê bidin ku dujmin wan bo armancên xwe bikar bîne.