Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: “Em digel menşûra Corc Tawnê hevnerîn nînin û daxwazê ji xelkê Kurdistanê nakin piştevaniyê jê bikin”.

18:06 - 27 Adar 2023

Roja Yekşemî 6ê Xakelêweya 1402an a Rojî, bi pêşniyar û hevkariya Wezîrê Berê yê Perwerdeya Kanadayê Dr. “Riza Murîdî”, kombûnek bi beşdariya Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” bo baskirin li ser paşeroja Îranê û girîngîdan bi kultûra diyalog di navbeta neteweyên Îranê û Komarîxwazan, bi rê ve çû.

Birêveberên vê kombûnê bi germî pêşewazî ji Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” kirin û daxwaz ji navbirî hate kirin ku bi sedema girîngî û pêgeha Hizba Demokrat, wek yekem gotarbêj di vê kombûnê de biaxive.

“Xalid Ezîzî” di gotinên xwe de bi rohnî ragihand ku Hizba Demokrat her du sîstemên Paşayetî û Komara Îslamî red dike û li ser vê bawerê ye ku alîgirên dîtingeh û aliyên cuda li Îranê hene û komarîxwazî dikare bijardeyek guncaw ji bo alterbnatîva Îrana paşerojê be.

Berdevkê Hizba Demokrat di berdewamiya axavtinên xwe de got: “Ez li wir wek tak naxivim û bi nûneratiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê diaxivim. Hizba Demokrat bawerî bi rêkevtin digel Partiyan heye û bi dîtingeha me, welat bi sîlîbrêtriyan bi rê ve naçe û bo îdarekirina Îrana paşerojê, divê hizb digel hev rêk bikevin”.

Navbirî li derheq Kurdistan û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê got: “Hizba Demokrat ti car li derheq avakirin û îdarekirina Îranê xemsar nebûye û bo yekîtî di navbera part û rêkxirawên siyasî li dijî rejîma Îslamiya Îranê, nirxên giran dane ku terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” li ser vê yekê bû. Lê me bo paşeroja Îranê nerîn û rêçareyên taybet bi xwe hene, em li ser wan mijaran dixebitin û bo paşerojê xemsariyê nakin.

Herwisa Berdevkê Hizba Demokrat got: “Em digel menşûra Corc Tawnê hevhizir nînin û daxwazê ji xelkê jî nakin ku piştevanî ji vê menşûrê bikin. Çêkirina alternatîv divê li ser binyata rastiyên civaka Îranê be û bi dîtingeha me, Îran welatekî çendîn neteweyî ye û em daxwaza Îraneke demokratîk û federal dikin”.

Xalid Ezîzî di beşeke din a axavtinên xwe de got: “Me wek Hizba Demokrat, bername û xwesta taybet bi xwe heye û mijûlê avakirina eniyekê ji hizb û rêkxirawan in”. Herwisa navbirî daxwaz kir ku nûnerê Farsan jî wek neteweyekê beşdarî li kongireya “Neteweyên Îrana Federal” bikin.