Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina berpirsê pêwendiyên Hizba Demokrat digel Enistîtoya “Firîdirîş Îbirt Ştîftung” li bajarê Berlînê

10:40 - 29 Adar 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, Berpirsê beşa Pêwendiyên PDKÎ li welatê Almanê “Sultan Gulawî” digel “Şivan Azerlû” Endamê Komîteya Hizbê li welatê Almanê, digel “Markos Şinaydir” û Dr. “Konistant Wîçil” Berpirsên Rojhilata Navîn û Aferîqayê li Enistîtoya “Firîdirîş Îbirt Ştîftung” li bajarê Berlînê hevdîtin kirin.

Di destpêkê de heyeta Komîteya Hizbê, behsek kurt li derheq dîroka Hizbê û cih û pêgeha Hizbê di nava tevgera Kurd li Îranê pêşkeşê wan kir, û piştre behsek li ser krîz û rewşa niha ya Îranê hate pêşkêşkirin.

Di vê derheqê de rêçareyên PDKÎ bo pirsgirêkên niha û paşeroja Îranê anîne ber behsê ku ew rêçareye xwe di sîstemeke demokrat, fêdral, Sêkolar û dadperwerî bo Îranek zêde netewî de dibîne.

Heyeta Enistîtoya “Firîdirîş Îbirt Ştîftung” li ser mijarên siyasî yên pêwendîdar bi Îran û rewşa niha ya Îranê û şoreşa Jînayê digel heyeta Hizbê gotûbêj kirin.