Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Hizba Demokrat digel serokê Komîteya “Dostiniya Kurd û Kanada”yê hevdîtin kir

19:30 - 29 Adar 2023

Berdevkê Hizba demokrat “Xalid Ezîzî” di berdewamiya serdan û hevdîtinan de digel kesayetî, rêkxirav, binke û damezraveyên cur bi cur ên cîhanî, di welatê Kanadayê de digel Serokê Komîtyeya “Dostiniya Kurd û Kanada” yê û Parlemantarê parlemana Kanadayê “Tom Kimîç”, hevdîtin kir.

Berdevkê Hizba Demokrat di vê kombûnê de li derheq dawî guherînên Kurdistan û Îranê, basek pêşkêş kir û di vê çarçoveyê de girîngiyek zêdetir bi taybetmendiyên şoreşa Jînayê û serhildana gelên Îranê da.

Di beşeke din de, “Xalid Ezîzî” bas ji siyasetên Kanadayê li hember rejîma Îranê kir û derheq wan hewlên ku bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran hatibûne dan, axivî û daxwaz ji wî Parlemantarî kir ku girîngiyek zêdetir bi vê mijarê bidin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Berdevkê Hizba Demokrat li derheq yasayên Kanadayê li derheq Hizba Demokrat li Kanadayê axivî û li ser vê mijarê çendîn pêşniyar û mijar hatine gengeşekirin û biryar hate dan ku lipeyketinek hûr li ser wan bên kirin.

Endamê Parlemana Kanadayê “Tom Kimîç” ku li lîsteyê Partiya Konservatîv a wî welatî de ye, li derheq girîngiya pirsa Kurd û pêgeha dîrokî ya Hizba Demokrat axivî.

Navbirî, di berdewamiya gotinên xwe li derheq pêngavên wan li dijî rejîma Îranê axivî û basa vê yekê jî kir ku li heyamên derbasbûyî, Kanada bûye cihê man û bazirganiya moreyên rejîma Îranê û di vê derheqê de eşkere kir ku Partiya Konservatîv û hevdîtingehên vê Partiyê, bi micidî li ser dixebitin da ku ew welata li hemû aliyekê ve li dijî rejîma Îslamiya Îranê pêngavan hilîne û Komara Îslamî li binke û navendên cîhanî bê derxistin.

Her du aliyan tevî nîşandana keyfxweşiya xwe li derheq vê hevdîtinê, biryar dan ku bi hev re hevdîtinan berdewam bikin, herwisa biryar hat dan ku bi hev re li ser çendîn bernameyên hevpar li dijî rejîma Îslamî bixebitin.

Di vê hevdîtinê de endamê Enîstîtoya “Gold bo stratejiya Navnetewî” “Rehîm Reşîdî” digel Berdevkê Hizba Demokrat hevrê bû.

Navbirî spas ji dostinî û dilsoziya vî endamê parlemana Kanadayê kir ku girîngiyek baş bi doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û pirsên girêdayî bi Îranê dide û her ew bûye sedem ku di bajarê Torintoyê de hevdîtin digel Berdevkê Hizba Demokrat bê kirin.