Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Hizbê li Almanê, bi alîkariya aliyên din kombûnek lidar xistin

12:02 - 10 Adar 2023

Rêkevta 17ê Reşemeyê, li bajarê Kolna Almanê, komîteya PDKÎ li welatê Almanê bi hevkariya aliyên çep, demokrat û azadîxwazên Îranê, kombûnek bi mebesta rêzgirtin ji xebata berdewam a jinên azadîxwaz bo nehêlana cudahiyên sîstematîk û bo bidestveanîna tevahiya wan mafan ku di berdewamiya dîrokê de jê hatine bêparkirin, bi rê ve çû.

Di wê kombûnê de tevahiya behsên hatnî pêşkêşkirin li ser xebata dîrokî ya jinan û nemaze jinan li Îranê bûn.

Li wir peyama hevbeşî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şorêşgêr a Kurdistana Îranê û Hizba Çep a Îranê ji aliyê “Seyran Hesenpûr” ve bi zimanê Almanî hate xwendin.

Di beşeke wê peyama hevbeş de hatiye, ku piştî kuştina Jîna Emînî bi destê hêzên rejîma Îranê, şoreşa jinên gelên Îranê bi dirûşma “jin jiyan azadî” hate destpêkirin û heta niha jî berdewam e û daxwaza herifîna Komara Îslamî ya Îranê dike. Xebatek ku daxwazkariyên wê gelek zêdetir ji nehêlana “hîcaba îcbarî” ye.

Herwisa di wê peyamê de hatiye, “jin jiyan azadî” tenê sê peyv e, lê pir ji naverok û wate ye, sê peyv ku piştî kuştina Jînayê bi seanserê cîhan de belav bû, bi vê yekê jî sê buhayên rohn û dudaneyî bi tevgera fêmînîsta navdewletî bexşî. Dirûşmek ku xelkê Îranê bi bê guhdan bi regez, netewe, temen û qatayeyî bo serhildana li dijî rejîma nemirovane ya Komara Îslamî yek dixe.

Ev kombûne bi awayê rêpîvanê dawî pê hat.