Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Kultûrî-Civakî ya Kurdistan-Feranse, piştevanî ji “Silêman Ebdî” kir

11:42 - 2 Nîsan 2023

Komeleya Kultûrî-Civakî ya Kurdistan-Feranse, dosyeyeke daxwazî ya piştevanîkirin ji mamosteyê binçavkirî “Silêman Ebdî” bo navendên mafê mirovî û parlemana Ewropayê li bajarê Starsborgê şand.

Nûnerê Komeleya Kurdistanê roja Înê 11ê Xakelêweya 1402an a Rojî, bi mebesta piçtevanîkirin ji “Silêman Ebdî”, dosyeya amadekirî ya xwe bo beşa binbpêkirina mafê mirovî şand û daxwaz ji berpirsên pêwendîdar ên mafê mirovî û parlemantaran kir ku givaşê bêxine ser rejîma Îranê da ku Îran êdî zêdetir wek rejîmeke serberdayî li navxwe û derveyê welat bi qeder û canê çalakvanên medenî yên Kurd li Kurdistanê nelîze.

Di beşeke din a vê dosyeyê de hejmarek hewl û çalakiyên wêneyî û medyayî hatine nîşandan ku ji aliyekê ve metirsiyên micid ên bo ser can û qedera “Silêman Ebdî” dide nîşandan û ji aliyê din ve xoşewîstî û pêgeha navbirî di nav xelkê û qatên cuda yên civakê de dide nîşandan.

Nerohnbûna 15 roje ya qedera wî çalakvanê medenî, bilî malbat û kesên nêzî wî, dersxwan û mamosteyên Kurdistan û xelk jî tûşê nigeraniyê kiriye.

Di beşek din a vê dosyeyê de hatiye, ku zêdetir ji 2 heftiyan e ji revandina mamosteyê xwendingehê û endamê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Seqizê, “Silêman Ebdî” derbas dibe, lê navendên ewlehî û dadgehên rejîma Îranê ti cure zanyariyek li derheq rewşa navbirî heta bi malbata wî re jî nadin.