Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarek taybet bi 10ê Xakelêwe li welatê Fênlendê

12:00 - 2 Nîsan 2023

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an a Rojî, bi beşdariya beşek zêde ji Kurdistaniyên rûniştî li welatê “Fênlend”ê û nûnerên hêzên siyasî yên Kurdistanê, semînarek bo rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê, bi beşdariya Dr. “Aso Hesenzade” hate lidarxistin.

Di vê semînarê de Dr. “Aso Hesenzade” Kadrê PDKÎ û Mamosteyê Zanîngehê, behsek li bin navê “pêdiviyên qonaxa niha pêve ya şoreşa Rojhilatê li hember ronahiya rasparde ya şehîdên gel” pêşkêş kir.

Di destpêkê de Dr. “Aso Hesenzade” basek kurt li ser şehîdên Komara Kurdistanê û bandora ku rêberê Komara Kurdistanê li ser bîr û bawera netewî hebûne kir, û piştire bi hûrî li ser şoreşa “Jîna”yê ku çavkaniya vê Kurdistanê bû û paşê tevahiya Îranê li xwe girt, behsek pêşkêş kir.

Navbirî di beşek din a axavtinên xwe de got, ku li pantahiya siyasî bo paşeroja Îranê gelek alî û girûp hene ku bi monopolkirina komek damûdezgehên medyayî di hewla xwesepandin bi ser civaka Îranê de ne û mixabin piraniya wan heta niha jî bawerî bi cudahiyên netewî, siyasî û civakiya Îranê nînin.

Herwisa di beşek din a gotinên xwe de, behsek pêwendîdar bi xebata siyasî ya netewa Kurd li derheq şoreşa “Jîna”yê kir û ragihand ku Kurd û PDKÎ ew petansiyel û şiyan hene ku bandorek rasterast li ser guherinkariyên siyasî di Îranê de hebin.