Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanîkirina Kurdistaniyên li derveyê welat ji gelên serhidêr ên Îranê berdewam e

14:35 - 18 Nîsan 2023

Di bajarê Hamborga Almanê de xwenîşandanek bo piştevanîkirin ji gelên serhildêr ên Îranê hate lidarxistin.

Endam û alîgirên Hiza Demokrat a Kurdistana Îranê li Komîteya devera Hamborga Almanê, digel çalakvanên neteweyên din ên Îranê li vî bajarî, bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr ên Kurdistan û gelên Îranê, xwenîşandaneke berfireh bi rê ve birin.

Di berdewamiya xwenîşandanê de peyama Hizba Demokrat ji aliyê “Kurdistan Serkebûd” ve bi zimanê Almanî hate pêşkêşkirin û piştre peyama “Encûmena Zindaniyên Siyasî yên Kurdistanê” ji aliyê “Rêbwar Husênî” ve hate xwendin.

Di beşa dawiya xwenîşandanê de “Şehriyar Neqşbendî” peyamek bi zimanê Farsî pêşkêş kir û beşdarbûyên wê xwenîşandanê bi dirûşmên “Kurdî, Farsî û Almanî” dawî bi xwenîşandanê anîn.