Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sê mehên destpêka sala 2023an de 48 welatiyên Kurd hatine bidarvekirin

11:05 - 3 Nîsan 2023

Di sê mehên despêka sala 2023an de, hejmarek zêde ji welatiyên Kurd di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin û eva jî bi helsengandin digel sala derbasbûyî nêzî %270 zêde kiriye.

Rêkxrawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, amrek belav kiriye û daye zanîn ku di sê mehên despêka sala 2023an de, aliyê kêm 48 welatiyên Kurd li girtîgehên rejîma Îranê yên di bajarên Kurdistan û Îranê de hatine bidarvekirin.

“Hengaw”ê diyarî kiriye, ku di heyama hatî behskirin de aliyê kêm 141 girtî li sernaserê Îranê hatine bidarvekirin.

Hêjayê behskirinê ye ku di heyama wan sê mehan de, 10 girtiyên Kurd li girtîgeha Kerecê, 4 girtî li girtîgeha Erakê û du girtiyên Kurd ên din jî li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Hemedanê hatine îdamkirin.

Rêkxirawa “Hengaw”ê ew kesên ku di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin li gor parêzgehan wiha belav kiriye: Parêzgeha Urmiye 19 kes. Parêzgeha Kirmaşan 8 kes. Parêzgeha Sine 3 kes. Parêzgeha Îlam 2 kes. Girtîgehên bajarên din ên Îranê 16 kes ji welatiyên Kurd hatine bidarvekirin.