Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina beşa Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ digel parlemantarê Otrîşê

12:02 - 20 Nîsan 2023

Beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran li welatê Otrîşê, serdana Dr. “Rayinhold Loptaka”, Endamê Parlemanê di parlemana vî welatî de kir.

Roja Sêşemî 29ê Xakelêweya 1402an a Rojî, beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran li welatê Otrîşê, bi serpereştiya “Mihemed Feqê Elî”, berpirsê wê beşê, bi merema hevdîtinek nû û behskirin li ser bûyerên Îran, Kurdistan û şoreşa Jînayê, serdana Dr. “Rayinhold Loptaka”, Endamê Parlemana welatê Otrîşê kir.

“Mihemed Feqê Elî”, li destpêkê behseke hûr li ser şoreşa Jînayê li Kurdistanê bi taybet û li Îranê bi giştî, bertek û çavnihêriya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji demûdezgehên navnetewî û siyasetvanên Ewropayê û yek ji wan welatê Otrîşê pêşkêş kir.

Navbirî behsa tekoşîna Kurdistaniyan li Rojhilatê Kurdistanê û xebata 77 sale ya Hizba Demokrat kir û got, ku Hizba Demokrat li ser bingehên mafê mirovî rijd e û ya ku ji bo wê pir girîng e, ev e ku di asta cîhanê de îtiraf bi pirnetewîbûna Îranê wek welatekê bê kirin û çiyê din wê îznê bi zordestan neyê dan ku Îranê wek neteweyek bê mêze bike.

Paşê Dr. “Rayinhold Loptaka”, tevî spasiya dubare ji serdana beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran li welatê Otrîşê, soz da ku ev pêşniyarane ku hatine pêşkêşkirin, ji ber çav bêne girtin û li ser hevdîtinên di paşerojê de jî tekezî kir.