Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresimek bo roja Şehîdên Kurdistanê li bajarê “Lînşopîng”a welatê Swîdê hat lidarxistin

17:19 - 3 Nîsan 2023

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Komîteya PDKÎ li bajarê “Lînşopîng”a welatê Swîdê, bi hevkariya Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê bo bilindragirtina yada şehîdên Kurdistanê rêûresmek lidar xistin.

Di destpêkê de “Elî Balekî” Berpirsê Komîteya Hizbê li “Lînşopîng”ê çend gotinek li derheq meznahiya şehîdên 10ê Xakelêweyê pêşkêşkê beşdarbûyan kir.

Piştire “Şilêr Hesenpûr” Berpirisa Komîteya Hizbê li vî bajarî peyama Navenda Karûbarên Civakî ya Hizbê pêşkêşê amadebûyan kir.

Di berdewamiyê de “Hemeresûl Kerîmî” Endamê Rêveberiya PDKÎ û Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî yên Hizbê li derveyê welat, behsek li derheq 10ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê, destkevtên Komara Kurdistanê, lêzanî û karîzmayiya şehîd Pêşewa Qzî Mihemed wek avakerê Hizbê û Komara Kurdistanê kir.

Navbirî di gotinên xwe de behsek li dîroka bûyerên salên 1320 heta 1324an a Rojî, û avakirina PDKÎ kir û herwisa behsek ji destkevtên Komara Kurdistanê û jêhatîbûn û karîzmatîkbûna şehîd “Pêşewa Qazî Mihemed” kir.

Herwisa “Hemeresûl Kerîmî” got, li asta bûyerên salên 1324an heta şehîdkirina “Pêşewa” û hevalên wî li sala 1326an a Rojî, ew bûyerane mewdayek zêde nebûn, lê bandorek girîng li ser hizra netewî ya gelê Kurd daniye ku heta niha jî her maye û weke bûyerên girîng yên dîrokê têne hesibandin.

Navbirî behsek li derheq şoreşa “Jîna”yê û zîrekatîbûna xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo berdewamiya xebata netewî kir, û herwisa ragihand ku piştevaniya xelkê Kurdistan û netewên din yên Îranê û civaka cîhanî cihê rêz û pêzanînê ne, û dirûşa “Jin, Jiyan, Azadî” di niha de dirûşmeke cîhanî û binavûbang e.