Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li herêma Kataloniyaya Îspaniyayê 17emîn kongireya “UNPO”yê bi rê ve çû

11:22 - 27 Nîsan 2023

Di heyama çend rojên derbasbûyî de li herêma Kataloniyaya Îspaniyayê 17emîn kongireya Rêkxirawa Gelên bê Nûner (UNPO) bi beşdariya Dr. “Elî Ebdîlzade” Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di vê rêkxirawê de bi rê ve çû.

Di roja yekem a vê kongireyê de serokê vê rêkxirawê, baseke kurt li ser dawî guherînên pêwendîdar bi Rêkxirawa Gelên bê Nûner û rapora kar û çalakiyên rêkxirawa xwe, pêşkêşê beşdarbûyên kongireyê kir.

Di beşa duyem a kongireyê de, Dr. “Elî Ebdîlzade” pêşniyar û têbîniyên Hizba Demokrat bo baştir birêvebirin û geşekirina rêkxirawê, bi awayekî hûr anî ber behsê ku ji aliyê beşdarbûyên kongireyê ve bi başî pêşewazî jê hate kirin.

Di roja duyem a Kongireyê de ku ji bo mafê çarenivîsê hatibû terxankirin, ji aliyê çend bispor û şarezayên vê mijarê ve behsên balkêş hatine pêşkêşkirin û ew beşe bi dawî hat.

Beşa dawiya Kongireyê bo behs û pesendkirina biryarên kongireyê hatibû diyarîkirin. Li ser pêşniyar û reşnivîseke amadekirî ya heyeta Hizba Demokrat, Kongireya Rêkxirawa Gelên bê Nûner, biryarnameyek taybet bi rewşa neteweyên Îranê bi taybet li ser Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bi tevahiya dengên kongireyê pesend kir.

Dr. “Elî Ebdîlzade” li dema pêşkêşkirina reşnivîsa amadekirî ya Hizba Demokrat de, behsek li ser tevgera “Jîna”yê û dawî bûyerên Kurdistanê kir.

Di wê biryarnameyê de ku pesendkiriya kongireya Rêkxirawa Gelên bê Nûner e, hatiye: “Em piştevaniya xwe ya berdewam li xebata gelê Kurd li Kurdistana Îranê û neteweyên din ên Îranê bo bidestveanîna mafê çarenivîs, demokrasî, azadî û mafê netewî radigehînin”.