Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyeteke Hizba Demokrat li konferansa “Jin Jiyan Azadî” li parlemana Ewropayê

11:25 - 27 Nîsan 2023

Roja Çarşemî rêkevta 6ê Banemerê, konferansek li jêr navê “Jin, Jiyan û Azadî” li parlemana Ewropayê bi beşdariya çalakvanên siyasî yên netewên Îranê hate lidarxistin.

Mijara sereke ya konferansê “paşeroja jinan û gelên bindestên Komara Îslamî ya Îran”ê bû, ku li wir li ser çend mijarên girîng derheq rewşa xelkê zilmdîtî yên Îranê tekezî hate kirin.

Dr. Kuwêstan Gadanî, Berpirsa Heyeta Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li derveyê welat, ku wekî çalakvana siyasî û gotarbêja wê konferansê hatibû banghêjkirin, bi hevrêtiya endamên komîteya Hizbê li welatê Biljîkê beşdariya konferansê kir.

Kuwêsyan Gadanî di destpêka gotara xwe de, çend behsek girîng derheq dîroka xebata jinên Kurd bi giştî û li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî pêşkêş kir; Navbirî tekezî li ser şoreşa Jînayê û rola jinên Kurd di wê rewşê de kir û rohnkariyek zêdetir li ser dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û serhildana wê şoreşê li Kurdistanê da.

Herwisa di wê konferansê de, “Teymûr Elyasî”, Nûnerê Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan- Jinêv li Netewên Yekgirtî, gotarek li ser rewşa mafê jinan li Îranê pêşkêş kir.