Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Otrîşê pêşangehek nîgarkêşî ji aliyê hunermendeke Kurd ve bi rê ve çû

11:30 - 27 Nîsan 2023

Pêşangeheke nîgarkêşî ji aliyê hunermend û wênekêşa Kurd “Arizû Nesîrî” ve li bajarê “Viyen”a paytexta Otrîşê bi rê ve çû.

Di berdewamiya kar û çalakiyên kurdên diyasporayê li welatên derve û bi armanca piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê û rêzgirtin ji nirx û qurbaniyên xelkê serhildêr ên Rojhilatê Kurdistanê, wênekêşa Kurd “Arizû Nesîrî” ya rûniştiya welatê Otrîşê, di heyama çend rojên derbasbûyî de pêşangeheke nîgarkêşiyê li mozexaneya “Doyç Wagram” a bajarê Viyenê bi rê ve bir.

“Arizû Nesîrî” li derheq armanca lidarxistina vê pîşangehê bi KurdKanalê re ragihand: “Şêwaza karê min abistrakt e û ew cure şêwaze jî, wisa dike ku eva di hizr û xeyala nîgarkêşekê de ye, bê nîşandan”.

Herwisa navbirî got: “Huner li cem min bi nirx û giring e û ez bi rêya nîgarkêşiyê ve dikarim xweşî an nexwşiyan bi taybet azar û jana xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya çend mehên derbasbûyî nîşan bidim û piştevaniya xwe ji şoreşa Jînayê bidim nîşandan.