Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek berfireh li welatê Berîtaniyayê bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran hate lidarxistin

11:30 - 30 Nîsan 2023

Roja Şemî 9ê Banemerê, gelên azadîxwaz yên Îranê li welatê Berîtaniyayê bona bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li navenda bajarê Lendenê xwenîşandanek berfireh lidar xistin û ber bi ofîsa Serokwezîran a vî welatî ve meşiyan.

Di destpêka kombûnê li hember ofîsa Serokwezîrên welatê Berîtaniyayê, “Wehîd Beheştî” hevwelatiyê Îranî-Berîtanî, ku heyama 66 rojan li hember ofîsa navbirî bo pişyevanî ji gelên serhildayî yên Îranê man girtibû, çend gotinek pêşkêşî amadebûyna kir û piştre çend girte vîdyo ji endamên parlemana Berîtaniyayê belav kir ku wan daxwaz ji “Rîşî Sunak” Serokwezîrê Berîtaniyayê kiribûn ku Spaha Pasdaran weke saziyek terorîst bide nasandin.

Di beşek din a vê xwenîşandanê de “Mîna Siware” peyama hevpar a Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Şêwreya Demokrasîxwazan pêşkêşê amadebûyan kir.

Di vê peyamê de îşare bi çavkaniya terora navdewletî ya Spaha Pasdaran û herwisa terorkirina kesayetiyên siyasî yên Kurd li welatên Ewropî hat kirin.

Herwisa “Rehîm Benduyî” weke nûnerên Belûçan di vê xwenîşandanê de çend gotinek pêşkêşê amadebûyan kir.

Di beşek din de “Emîr Rza Axûndî” Endamê Perlemana welatê “Swêd”ê gotarek pêşkêşê amadebûyan kir û got, ku min berê jî di vê derheqê de nameyek bo “Rîşî Sunak” şandibû, û li vir de jî peyamekê bo “Husên Selamî” Fermandê Spaha Pasdaran a rejîmê dişînim û jê re dibêjim ku wilayeta we bi dawî hatiye û divê biçin.

Di dawiya xwenîşandan û kombûnê de “Hamid Îsmaîliyûn” Berdevkê malbatên qurbaniyên balafira Ukraynî tevî ku Spaha Pasdaran weke bikerê sereke yê cinayeta xistinaxwarê ya balafira rêvîngiya “Ukrayn”ê da zanîn, Spaha Pasdaran weke sedemê hemû nearamiyên Rojhilata Navîn jî da zanîn û ragihand ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” dê dawiyê bi rejîma Îranê bîne.

Her di vê xwenîşandanê de çendîn kesayetiyên din jî axivîn.