Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat di kongireya Partiya Sosyalîst a Gel li Danmarkê beşdarî kir

10:49 - 4 Nîsan 2023

Partiya Sosyalîsta Gel a Danmarkê kongireya salaneya xwe li rojên Şemî û Yekşemî 12 û 13ê Xakelêweyê bi rê ve bir û heyeta nûneratî ya Hizba Demokrat bi serperestiya Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî “Hejar Deştî” û Endamê Komîteya Pêwendiyan a Hizba Demokrat li Danmarkê “Celal Qadirî”, bi fermî bo vê kongireyê hatibûne gazîkirin.

Kongire bi raporta siyasî ji aliyê Sekretera Partiya Sosyalîst a Gel, “Piya Olsin Dûye” dest bi karê xwe kir û piştî çandîn behsên cuda yên wek siyaseta civakî, Soşiyalpolîtîk, jîngeh, Yekîtiya Ewropa û pirsgirêkên deverê û behsa şoreşa “jîna”yê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”yê hate kirin.

Di heyama wan du rojên kongireyê de, nûnerên Hizba Demokrat digel çendîn kesayetiyên siyasî yên vê hizbê, endamên parleman û mêvanên biyanî hevdîtin kirin û siyaseta Hizba Demokrat û pirsa Kurd li Kurdistanê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi wan re şirove kirin.

Herwisa berpirsê Karûbarê Derve yê Partiya Sosyalîst a Gel di hevdîtin digel nûnerên Hizba Demokrat ragihand, ku “ew hewlê didin ku alîkariya zêdetir bi pirsa Kurd re bikin û ji niha pê ve bi hevahengî û danûstandinên zêdetir di navbera nûnerên Kurd û vê partiyê hem li parlemana Danmarkê û hem bi rêya nûnerên xwe li parlemana Ewropayê, hewlê didin ku girîngiyek zêdetir bi doza rewa ya Kurd bê danê”.