Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 10ê Xakelêweyê li Swêdê semînarek bi rê ve çû

14:27 - 9 Nîsan 2023

Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Yotêborî”ya Swêdê, bo rêzgirtin ji yada şehîdên 10ê Xakelêweyê, semînarek lidar xist.

Roja Şemî 19ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Yotêborî” yê ser bi welatê Swêdê bi hevkariya Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Swêdê, bo bilindragirtina yada şehîdên Kurd û Kurdistanê, semînarek lidar xist.

Semînar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre “Simayîl Salihiyan” bi nûnerayetiya Komîteya Hizba Demokrat a bajarê “Yotêborî”yê, bi nîşandana belgefîlmekê, beşek ji wesiyetnameya “Pêşewa Qazî Mihemed”, bo beşdarbûyên semînarê belav kir.

Piştre kesayetiyê siyasî û naskirî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê “Babaelî Mêhrperwer” behseke hûr li derheq 10ê Xakelêweyê û kesayetiya Pêşewa “Qazî Mihemed” bo beşdarbûyên semînarê kir.

“Babaelî Mêrperwer” bi îşarekirin ji şoreşa “Jîna”yê, hêvî kir ku berdewamiya vê şoreşê xwest û daxwaziya gelê Kurd bigîhîne encamê.

Herwisa navbirî tekezî li ser wekheviya li nav mala Kurd û girîngiya tebayî di navbera aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de kir û got: “Ez wisa dihizirim ku rejîma Îslamî ya Îranê tenê bi Kurd nayê herifandin û divê hemû gelên Îranê bi hev re hevpeyman bin”.

Semînar bi pêşkêkirina sirûdeke şoreşgerî ji aliyê “Ferîborz Keremî û Şapûr Kiyanî” ve bi dawî hat.