Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 26emenîn derçûna hikmê Dadgeha Mîkonûsê, konferanseke rojnamevaniyê li bajarê Kolna Almanê bi rê ve çû

11:26 - 13 Nîsan 2023

Li ser daxwaza Partiya Sosiyal Demokrat a Almanê, konferanseke rojnamevaniyê ji aliyê Pêwendiyên Hizba Demokrat li welatê Almanê û Partiya Sosiyal Demokrat a Almanê û hejmarek kesayetî û aliyên Îranî, di ofîsa wê partiyê li bajarê Kolnê bi rê ve çû.

Roja Sêşemî 22ê Xakelêweya 1402an a Rojî, hevdem digel 26emîn salvegera derçûna hikmê Dadgeha Mîkonûsê li Bêrlînê, derheq bi tawannasîna berpirsên payebilind ên rejîma Îranê û ji serweyê hemûyan Elî Xamineyî di pîlandarêtin û cîbicîkirina terora Sekreterê Giştî yê wê demê yê Hizba Demokrat, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li welatê Almanê, konferansek rojnamevanî ji aliyê Partiya Sosiyal Demokrat a Almanê û bi amadebûna şandeke Hizbê bi serpereştiya “Sultan Gulawî” Nûnerê Hizbê li welatê Almanê, komek kesayetî, alî û mediyayên Almanî, Îranî û Kurdî, di ofîsa Partiya Sosiyal Demokratan li bajarê Kolnê bi rê ve çû.

Di wê konferansê de, Sultan Gulawî Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, raporek derheq rewşa niha ya Îranê, rola jinan li Rojhilatê Kurdistanê di şoreşa Jînayê de, êrîşa kîmyayî ya sîstematîka Komara Îslamî ya Îranê bo ser dibistanên keçan li Kurdistanê, paşeroja siyasiya Îranê pêka zêdenetewîbûna Îranê û pirsa fedralîzm li Îranê pêşkêşê amadebûyan kir.

Di beşeke din a wê konferansa rojnamevaniyê de, “Karolîna Kîriş, Endama parlemanê li ser lîsteya Sosiyal Demokratan, çend gotinek pêşkêşê amadebûyan kir û tevî piştevanî ji axavtinên beşdarbûyan, nemaze pirsa jinê û şoreşa Jînayê û demokratîzekirina Îranê, soz da ku dengê wê konferansê bigihîne parlemana Almanê.