Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi hilkefta roja cîhanî ya Kedkar

10:12 - 1 Gulan 2023

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, di peyamekê de roja cîhanî ya “Kedkar” bilind nirxand û behsa vê kir ku qata kedkar li Îranê ji hêviya gihîştin bi azadî, wekhevî, asayiş û jiyaneke serdemiyane, venekişiya ye.

Deqa peyamê wiha ye:

Ez roja cîhanî ya “Kedkar” bilind dinirxînim û bi vê hilkeftê pîrozbahiyê li hemû kedkaran û zehmetkêşên Kurdistan û Îranê dikim.

Em îsal jî, di şert û mercekê de yada vê rojê dikin ku rewşa jiyan û bijîva kedkaran li Îranê û nemaze li Kurdistanê, di encama kelekbûna ser hev a krîzên aborî, siyasî û civakî de xirab e, heta ku tê xirabtir dibe.

Tevî rewşa nebaş û karesatbara hertimî ya kedkaran, ev qata civakê ji hêviya bidestxistina azadî, wekhevî, asayiş û jiyaneke serdemiyane veneqetiya ye. Ev hêviye jî, xwe di grev, meş û xwenîşandanên van salên dawî de û wê dawiyê jî di şoreşa Jînayê de nîşan daye.

Bi hêviya herifîna rejîma tepeserker a Komara Îslamî ya Îranê û cihgirbûna hikûmetek demokratîk, ku bi vê sedemê azadî, mafê jiyan û kerameta mirov bi dest ve tê.