Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê xwenîşandanek bi armanca piştevanîkirin ji xelkê Belûç bi rê ve çû

10:58 - 14 Gulan 2023

Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca piştevanîkirin ji xelkê Belûç, xwenîşandanek lidar xistin.

Roja Şemî 23ê Banemera 1402 a Rojî, hejmareke zêde ji endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Oslo”ya paytexta Norwêjê digel rêkxiraw û hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê li Norwêjê, bo şermezarkirina kuştin û bidarvekirina xelkê nerazî li Îranê bi taybet li Belûçistanê, di xwenîşandaneke nerîzayetiyê de li dijî wan cinayetên rejîma Îranê, beşdarî kirin.

Komîteyên Hizba Demokrat û rêkxirawên din ên Kurdî li Norwêjê, peyameke hevpar pêşkêş kirin ku ji aliyê “Xusrew Qadirî” Endamê Birêveberiya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Norwêjê hate xwendin.

Di vê peyama hevpar a hêzên Kurdî de, tevî îşarekirin bi berdewamiya şoreşa “Jîna”yê li Îranê û bi taybet li Kurdistan û Belûçistanê, hatiye: “Rejîm bo tirsandina xelkê, her rojê êrîşên kîmyayî dike ser dibistanan, herwisa li heyama 2 heftiyên derbasbûyî de bo tirsandin û tolhildan ji xwenîşanderên şoreşa “Jîna”yê, heta niha çendîn kes bi hêcetên cur bi cur, bidar vekiriye ku 26 kes ji wan hevwelatiyên Belûçistanê bûne.

Herwisa di vê peyama hevpar de hatiye: “Hêzên Kurdistanî tevî piştevanîkirin ji azadîxwazan li Îranê bi taybet li têkoşer û qehremanên Belûç, kuştin û bidarvekirina azadîxwazan ji aliyê dezgehên serkutî yên rejîma Îranê ve şermezar dikin.

Di dawiya peyamê de hatiye: “Em daxwazê ji civaka navnetewî û rêkxirawên mafê mirovî û bi taybet ji Norwêjê dikin ku wan cinayetên rejîma Îranê şermezar bikin û di hemen demê de bi cihê danûstandin digel rejîma Îranê, bo ragirtina cezayê bidarvekirin û azadkirina hemû binçavkiriyên siyasî, medenî û kedkaran li Îranê, hewlê bidin.

Ew hizb û rêkxirawên Kurdî yên ku di wê xwenîşandanê de beşdarî kiribûn, ev in: “Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Rêkxirawa Kurdîstanî ya Hizba Komonîst a Îranê, Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê”.