Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek bo şermezarkirina tawanên rejîma Îranê, li Kanadayê bi rê ve çû

11:42 - 14 Gulan 2023

Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Kurdîstanî û Îraniyên rûnîştî yên bajarê “Venkovêr”a Kanadayê, xwenîşandanek li dijî rejîma Îslamî ya Îranê lidar xistin.

Roja Şemî 23ê Banemra 1402 a Rojî, li navenda bajarê “Venkovêr”a Kanadayê, bi hevkariya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Kurdistanî û Îraniyên rûnîştî yên vî bajarî, bernameyek li jêr nvê “ne bo bidarvekirin û Spaha Pasdaran a terorîst” bi rê ve birin.

Bername bi çendîn mûzîkên Kurdî û Belûçî hate destpêkirin û piştre çalakvanê Belûç “Xudabexş Reîsî” li derheq tawanên rejîma Îranê li Belûçistanê û bi taybet bidarvekirinên vê dawiyê di Îranê de, peyamek pêşkêş kir.

Navbirî di peyama xwe de got: “Komara Îslamî ya Îranê, Belûçan ji xizmetguzariyên destpêkî yên jiyanê bêpar dike û bi hêsanî xelkê bê berevan binçav dike û wan bidar vedike”. Herwisa navbirî cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê bi jinosayd li dijî xelkê Belûçistanê, binav kir.

Piştre peyama Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê “Jîno Kerîmî” ve bi zamanê Îngilîsî hate pêkêşkirin ku di vê peyamê de bas ji bidarvekirinan li Kurdistan û Belûçistanê hatibû kirin ku wek du neteweyên bindest, ji hemû aliyan ve rejîma Îranê zilmê ji wan dike.

Paşê peyamek ji aliyê xatû “Hurîran”ê ve bi nûnerayetiya malbatên qurbanî yên balafira Ukraynê hate pêşkêşkirin, ku di beşeke vê peyamê de hatiye: “Em daxwazê ji welatê Kanadayê û Yekîtiya Ewropayê dikin ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wek rêkxiraweke terorîstî nas bikin û li lîsteyê rêkxirawên terorîstî de zêde bikin”.