Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du partiyên Kurdistanî û partiyeke Îranî digel 4 fraksiyonên parlemana Almanê hevdîtin kirin

12:10 - 7 Gulan 2023

Nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê û Partiya Çep a Fedayiyan, digel 4 fraksiyonên parlemana “Nordrayn Wêstfalan” li Almanê, hevdîtin kirin.

Roja Înî 15ê Banemera 1402 a Rojî, heyeteke hevpar a PDKÎ, Komele û Partiya Çep a Fadayiyan, ku ji bepirsê beşa Pêwendiyên Hizba Demokrat “Sultan Gulawî, û Mihemed Turcan û Bekir Legzî ji Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê û 2 nûnertên Partiya Çep a Fedayiyan digel 4 fraksiyonên Parlemana Almanê civiyan.

Di vê hevdîtin de, nûnerên her 3 hizban basek li derheq rewşa îroyî ya Îranê, şoreşa “Jîna” û rewşa nû ya xebat ji Kurdistanê heta Belûçistanê, mangirtina kedkaran û mamosteyên xwendingehan, pêşkêş kirin.

Herwisa nûnerên wan 3 hizban di berdewamiyê de bas ji êrîşên li pey hev ên kîmyayî ên kesên girêdayî rejîma Îslamî ya Îranê bo ser dibistanên keçan û herwisa mûşekbarana binke û bargehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Beşdarên wan çar fraksiyonên Almanê, ji Berpirsa Komîsiyona Parlemana herêma “Nordrayn Wêstfalan” li karûbarên Ewropa û Înternasyonal; Berdevka Partriya Lîberal di vê komîsiyonê de; Endamek ji Partiya Sosyal-Kirîstiyan û Endama Parlemana herêmî ya “Nordrayn Wêstfalan”; Endamên Partiya Sosyal Demokrat; û Parlemantar û Berdevka beşa jinan a Partiya Kesk, pêk hatibû.

Endamên 4 fraksiyonên “Nordrayn Wêstfalan” tevî piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê û şermezarkirina serkut û binçavkirina şoreşgêran ji aliyê rejîma Îranê ve, dijayetiya xwe digel rejîma Îslamî ya Îranê ragihandin.

Herwisa wan 4 fraksiyonane piştevaniya xwe ji hikûmeteke sekolar û demokrat li Îranê ku hemû netewe xwe tê de bibînin, ragihandin û li derheq avakirina bestênek wiha bo gengeşe li ser pirsa demokratîzekirina Îranê, tekezî kirin.

Di beşa dawiya vê civînê de, nûnerên hizbên Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz kirin ku sînorek bo serkutên rejîma Îslamî ya Îranê bê danîn û Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di lîsteya rêkxirawên terorîstî de bê tomarkirin.