Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşa Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ li welatê Otrîşê serdana partiya Niyulîbral- Demokratê kir

12:58 - 11 Gulan 2023

“Mihemed Feqê Elî” Berpirsê Pêwendiya Navnetewî ya PDKÎ li welatê Otirîşê, serdana Dr. “Kirîsper Ştêfanî” Endam Perleman li ser lîsteya Partiya Niyulîbral û Berpirsê beşa Dadwerî û Ewlehiya navxweyî ya vê partiyê li binkeya sereke ya perlemana vê partiyê kir.

Di vê serdanê de “Mihemed Feqê Elî” li ser rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê û binpêkariyên mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve basek pêşkêş kir.

Navbirî bas li ser cinayetên rejîma Îranê li derheq gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û herwisa bas ji teqeya raserast a hêzên rejîmê ji xelkê xwenîşander yên li ser şeqaman û kuştin û birîndarkirina Kolberan û êrîşên kîmyayî yên rejîmê bo ser xwandingehên keçan kir.

Di berdewamiyê de, berpirsê pêwendiyên navdewletî ya Hizba Demokrat çend daxwazkarî anî ber bas ku wek pênasekirina Îranê wek Îraneke pir netewe, bi danîna berbestan û daxistina navendên rejîmê di wî welatî de û bi taybet navendên pir diyar û berçav ku mejûlî sîxûrîkirin û têkderin û beşdarîkirina Kurd û nûnerê wê di her civînekê ku li derheq Îranê de birê ve diçin.

Mihemedî Feqê Elî, herwisa bi anîna ber bas a dosyeya şehîdên Viyanayê, bitaybet li rewşa niha de ku dikare bandordar be.

Di dawiyê de Dr. Kirîsper, keyfxweşiya xwe di vê serdanê de nîşan da û spasiya dana wan zanyariyan kir û soz da ku rexne û pêniyaran berçav bigrin.