Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jîngeparêzekî xelkê bajarê Ciwanroyê hate girtin

10:50 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2023

Jîngeparêzekî xelkê Ciwanro yê bi navê “Yasir Nûrî” ji aliyê hêzên rejîmê li vî bajarî bi awayekî tundûtîj hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora Hengawê, êvara roja Şemî 7ê Gelawêjê jîngeparêzek yê bi navê “Yasir Nûrî” yê temen 32 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Yasir Nûrî li dema girtinê li yek ji şeqamên Ciwanroyê, ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî lêdan û kutanê hatiye; piştre her heman hêzan bi awayekî tundûtîj êrîşî ser mala navbirî kirine û mala wî vekolîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zanyariyek berdest nîne.