Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê 2 welatî li bajarê Merîwanê binçav kirin

10:26 - 29 Tebax 2023

Li bajaroka “Nê” yê ser bi Merîwanê, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê du welatî binçav kirin.
Pêka nûçeya “Chaw News”ê, roja Duşemî 6ê Xermanana 1402 a Rojî, 2 welatî yên bi navên “Setar û Emîr Erjengî” ku kurapê hev in û xelkê bajaroka “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ne, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew 2 welatî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan hatine sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.