Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate revandin

11:27 - 29 Tebax 2023

Ciwanekî Seqizê yê bi navê Saro Mustecêr, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata rejîmê li vî bajarî, hate revandin.
Li gorî rapora Hengawê, roja Duşemî 6ê Xermananê, Saro Mustecêr yê temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê û birayê biçûk yê “Jîla Mustecêr”, Endama Desteya Birêveberî ya Rêkxirawa mafê Mirovî ya Hengawê, di mala xwe de li vî bajarî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate revandin.
Saro Mustecêr berî jî bi sedema çalakiyên Jîlaya xwîşka xwe li warê mafê mirovî, ji aliyê navendên rejîmê ve çendîn caran gef jê hatibû xwarin.
Tevî vê ku Saro Mustecêr ti pêwendiyek bi rêkxirawa mafê mirovî ya Hengawê ve nîne, tenê pêwendiya malbatî û xwîşk û birayane digel xwîşka xwe Jîla Mustecêr heye, di heyama sala borî de berdewam jêpirsîn lê dihate kirin û bi sedema givaşa derûniya zêde, bi awayekî bizorê hatibû neçarkirin ku îtirafê bi hevkarî digel Jîla Mustecêr bike.
Hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Seqizê, navbirî bo ciheke nexuya veguhastine û heya niha ti zanyariyek derheq rewş û cihê mana navbirî ber dest nîne.