Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cemal Elîzade yê çalakvanê medenî ji bo cîbicîkirina sizayê bi ser de hatî sepandin, bo girtîgehê hate veguhstin

10:55 - 30 Tebax 2023

Cemal Elîzade, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Pîranşehrê, piştî gazîkirin bo dadgeha rejîmê bi mebesta birêvebirina sizayê 30 meh girtîgehê, ji bo girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê hate veguhastin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku, roja Sêşemî 7ê Xermananê, Cemal Elîzade, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Pîranşehrê ku di şoreşa Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi danîna barimteya 3 milyard Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan, ji aliyê Taya Birêveçûna Sizayên Dadgeha rejîmê li bajarê Pîranşehrê hate gazîkirin û ji vir jî bo girtîgeha rejîmê li Nexedê ji bo cîbicîkirina sizayê du sal û şeş meh girtîgehê hate veguhastin.

Cemal Elîzade êvareya Sêşemî 26ê Rezbera 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û roja Yekşemî 23ê Rêbendanê, piştî 4 meh girtin bo danîna barimteya 3 milyard Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Hêjayê behskirinê ye ku ev çalakvanê medenî di heyama salên borî de, çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye girtin