Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd bi mebesta derbaskirina cezayê xwe hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

11:14 - 31 Tebax 2023

Hasil Azermiyan ê welatiyê Kurd û çalakvanê olî yê xelkê bajarê Pîranşarê, bi mebesta derbaskirina cezayê 7 sal girtîgeh ku bi ser de hatiye sepandin, bo girtîgeha rejîmê hate veguhastin.
Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Xweragirî), roja Sêşemî 7ê Xermanana 1402 a Rojî, Hasil Azermiyan yê temen 28 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, piştî vê ku ji aliyê Dadgeha Cîbicîkirina Cezayên rejîmê li Pîranşarê hate gazîkirin û girtin, bi mebesta derbaskirina 7 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin ji bo girtîgeha Navendî a rejîmê li Urmiyê hate veguhastin.
Hasil Azermiyan li meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî, ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin û bo heyama 6 mehan di girtîgeha Navendî a rejîmê li Urmiyê hatibû ragirtin; herwisa navbirî li Buhara îsal ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li Urmiyê, 7 sal girtîgeh bi ser de hatbû sepandin.
Hêjayê gotinê ye ku Hasil Azermiyan, li meha Sermaweza sala borî li dirêjeya xwenîşandanên seranserî li Pîranşarê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û dawî car li meha Banemera îsal bi dana barmteya 2 milyard Tumenî, bi awayekî demkî heya dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Navendî ya rejîmê li Urmiyê hatibû azadkirin.