Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derfeta karkirina demezraweya perwerdehî ya “Rojnobariya Zanistî ya Kurdistan”ê hate helweşandin

10:29 - 3 Îlon 2023

Wezareta Perwerde û Hînkarî ya rejîma Îranê, derfeta damezraweya perwerdehî ya “Rojnobariya Zanistî ya Kurdistanê” hilweşand û berdewamiya karkirina vê damezraweyê qedexe kir.

Sîrûs Ebasî, Endamê Heyeta Rêveberiya Hînkarî ya “Rojnobariya Zanistî ya Kurdistanê” di girte vîdyoyekê de hilweşandina çalakiyên vê damezraweyê ji aliyê Wezareta Perwerde û Hînkariyê ve piştrast kir.

Sîrûs Ebasî digel hevjîna xwe Ferîde Weysî, ku girtiyên siyasî yên berê û ji girtiyên serhildana Jin Jiyan Azadî ne, di girte vîdyoyekê de ragihandin: “Em vê karê hikûmetê, karek bê bingeh, neyasayî û nedadperwerî dibînin”.

Rejîma Îranê ji ber bi fermîkirina zimanê Kurdî ji aliyê vê damezraweyê ve, hewla hilweşandina kar û çalakiyên damezraweya “Rojnobariya Zanistî ya Kurdistanê” daye.

Di beşeke din de Sîrûs Ebasî dibîje: “Sîstema perwerdehiya Îranê, tevliheviyek e ji sîstema kolonyalîzm û îdolojiyek ku di sed salên borî de bi rêya perwerdehiyê ve siyaseta asîmîlasyonê sepandiye û encama wê jenosayda çandî bûye”.

Navbirî di beşek din de dibêje: “Belkî bikarin vê damezraweya zansitî dabixin, lê bê guman nikarin rê ji fêrbûn û zanistê bigirin”.

Sîrûs Ebasî, roja Çarşemî 30ê Xermanana 1401an, bi sedema piştevanîkirin ji serhildana Jin Jiyan Azadî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin, û navbirî di dadgeha rejîmê de bi tohmeta “propagende li dijî rejîmê” bi  10 meh girtîgehê û bi tohmeta “têkdana aramiya giştî” jî, bi 18 meh girtîgehê û bi tohmeta “kombûn û nearamîçêkirin li dijî ewlehiya netewî” bi 48 meh girtîgehê hatibû sizadan.