Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li bajarê Sinê, 2 bira bi hev re binçav kirin

12:10 - 19 Îlon 2023

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Sinê, êrîş kirine ser malekê û 2 bira yên bi navên “Xebat û Ramyar Dêhdar” binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastine.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku roja Sêşemî 28ê Xermananê, hêzên rejîma Îranê li bajarê Sinê êrîşî ser mala malbata “Dêhdar” kirine û 2 bira yên bi navên “Xebat û Ramyar Dêhdar” binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku hêzên rejîma Îranê di dema binçavkirina wan 2 birayan de bi awayekî hovane û bêrêzîkirinê ev girtine û dest bi ser mobaylên wan de jî girtine.

Hêjayê gotinê ye ku “Xebat Dêhdar” berê li 28ê Rezbera 1401 a Rojî, di meşa şoreşa “Jîna”yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û roja Sêşemî 7ê Xezelwera 1401 a Rojî ji girtîgeha rejîmê ya li bajarê Sinê hatibû azadkirin.