Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

28 kes ji girtiyên şoreşa Jînayê li Avdananê bo dadgehê hatine qazîkirin

11:58 - 2 Îlon 2023

28 kes ji serhildêrên şoreşa Jînayê li bajarê Avdananê, tevî daxistina dosyeya wan li pey lêborîna rejîmê, carek din bo dadgehê hatine qazîkirin.

Li gorî rapora “Kurdpa”yê, 28 kes ji girtiyên nerazî yên şoreşa Jin Jiyan Azadî li Avdananê, tevî vê ku dosyeya wan li gorî bexşnameya, lêborîna rejîmê hatibûne daxistin, carek din bo Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li Îlamê hatine qazîkirin; Ev bexşnameye di dema xwenîşandanê de ji bo girtiyên nerazî hatibû derkirin.

Kurdpa dibêje, ev 28 kesane divê roja 19ê Xermananê, li Taya 1 a Dadgeha Şoraşa rejîmê li Îlamê amade bin.

Eva di halekê de ye ku di nav banghêjkeran de, bilî dosyeya Ehmed Elîzade, mamosteyê xelkê Avdananê, dosyeya xwenîşanderên din, li gorî bexşnameya lêborînê, hatibûne daxistin.

Ehmed Elîzade, mamoste û çalakvanê sendîkayî yê xelkê bajarê Avdananê, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê rejîma Îranê û afirandina girûpek bi mebesta têkdana aramiya welat”, bo Taya 1 a Dadgeha Şoreşa rejîmê li Îlamê hatibû qazîkirin.

Berê jî lîjneya despêkî ya pêragehiştin bi ladana perwerdeya parêzgeha Îlamê, Ehmed Elîzade bi malnişînkirina bizorê mehkum kiribû.