Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Tebaxa 2023an de 264 hevwelatî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

12:49 - 2 Îlon 2023

Di meha Tebaxa 2023an de, herî kêm 264 hevwelatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û ev amare li gorî meha Tîrmehê ku 225 hevwelatî hatibûne girtin, 39 kes wate 17% zêde bûye.

Li gorî amara ku ji aliyê Rêkxirawa Mafî Mirovî ya Hengawê ve hatiye tomarkirin, Di meha Tebaxa 2023an de, herî kêm 264 hevwelatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin, ku aliyê kêm 116 kes ji wan welatiyên Kurd in, 23 hevwelatiyên Gîlek, 14 hevwelatiyên Belûç û herwisa 36 jin, 11 zarok û 17 hevwelatiyên Behayî ne ku di meha Tebaxa 2023an de hatine girtin.

DI nava vê amarê de hatiye zanîn ku 116 kes wate %44 ji gelempera vê amarê welatiyên Kurd in ku ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine girtin ku ev amare tenê li Kurdistanê pêka Tîrmeha 2023an, bi rêjeya %16 zêde kiriye.

Li gor amarên tomarkirî û belgeyên Rêxistina Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha borî de, herî kêm 36 jin ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve li seranserî Îranê hatine binçavkirin, ku ev yeka dike 13.6% ji tevahiya girtiyan.

Hêjayî gotinê ye ku di mehên borî de, herî kêm 15 jinên çalakvanên Kurd û 11 jinên çalakvanên Behayî ji aliyê saziyên rejîma Îranê ve hatibûne girtin.