Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di rojekê de 12 kes êdam kirin

12:02 - 16 Çirriya paşîn 2023

Rejîma Îslamiya Îranê ten di 24 demjimêran de hukmê sêdaredana 12 kes ji girtiyan bi sûçên cuda cuda li girtîgehên xwe de cîbicî kir.

Gorî amaran û berhevdana êdamên sala derbasbûyî ji aliyê rejîma îranê ve, rêjeya êdaman îsal %20 ji sala derbasbûyî zêdetir bûye.

Gorî rapora rêkxistina mafê mirov a Îranê, 12 girtî ku yêk ji wan Jin bûye, ji aliyê rejîmê ve li girtîgehên cuda cuda ye rejîmê de hatine sêdaredanê.

Ev girtiyane li girtîxanên, Selmas, Qizilhisar, Adilabad, Goher deşta Kerec, Zahidan, Bender ebas, Hemedanê de hatine sêdaredanê.

Hewceyî gotinê ye ku îro Pêncşemiyê, kora giştî a rêkxistina Netewên Yekbûyî, di biryarnameyekê de binpêkariya mafê mironv li Îranê de ji aliyê rejîma Îslamî ve mehkûm kir.Di wê biryarnamê de deshilata Wilayeta feqîh bi tawana tepeseriya xelkê serhildêr, bidarvekirina girtiyan, îşkence û girtina xelkê, sêdaredana Zarokan, û tepeseriya hovaneye Jinan, şermezar kiriye.