Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya givaşên rejîmê bo ser malbatên şehîdên şoreşa Jînayê

12:04 - 16 Çirriya paşîn 2023

Piştî derbasbûna salekê biser şoreşa Jînayê de, navendên ewlehî yên rejîmê, ji givaşxistin liser malbatên şehîdên şoreşa Jînayê berdewamin.

Gorî nûçeya Çav Newsê, roja Çarşemî 24ê Xezelwerê Esrîn Mihemedî xûşka şehîd Şehryar Mihemedî yek ji şehîdên şoreşa Jînayê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

Gorî zanyariyên Çav Newsê, li derheq tohmetên ku biser Esrîn Mihemedî û cihê ragirtina wê ti zaniyariyek liber dest de nîne.

Şehiryar Mihemedî şeva 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, li pêvajoya şoreşa Jin Jiyan Azadî li bajarê Bokanê, bi teqeya hêzên cinayetkare rejîmê şehîd bû.