Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 Sal girtin biser welatiyekî Kurd de hate sepandin

11:20 - 19 Çirriya paşîn 2023

Keywan Zendkerîmî, welatiyê xelkê Sine ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Înqilab a wî bajarî 5 sal heps biser de hate sepandin.

Gorî gotina  jêderekî agehdar, ew welatiyê Kurd ji aliyê dadgehê ve bi, kombûn û têkdana ewlehiya netewî, pirûpagende dijî nizamê û beşdarî li kombûnên neyasayî,de tometbar kiriye.

Herwisa Herwisa wê jêderê ragihand: Ew ceza roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, bi fermî bi navbirî re hatiye ragehandin.

Roja Yekşemî 17ê Banemerê, Keywan Zendkerîmî piştî 5 roj azadiya demkî dîsan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Roja Sêşemî 12ê Banemerê, Keywan Zendkeremî welatiyê xelkê Sine piştî 125 roj li girtina demkî bi dana barimteya 3 milyard Tumenî bi awayekî demkî heya dawî qonaxên dadgehiya xwe li girtîgeha Sine hate azadkirin.

Keywan Zendkeremî roja 17ê Befranbara 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li cihê karê xwe hatibû girtin û piştî 2 meh lêpêçînê li yek ji girtîgehên ewlehî a Sinê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.